Serokê Koalîsyona Netewî ya Sûriyeyê Xetîb îstîfa kir
Serokê Koalîsyona Netewî ya Sûriyeyê Xetîb îstîfa kir
Serokê Koalîsyona Netewî ya Sûriyeyê Xetîb îstîfa kir
Serokê Koalîsyona Netewî ya Hêzên Şoreşger û Muxalîfên Sûriyeyê ya rêxistina sîwaneyan muxalîfên Sûriyeyê Ahmet Muaz el Xetîb ji peywira xwe îstîfa kir.
Xetîb li ser Facebook daxuyanî weşand û sedema îstîfaya xwe ya wek; Ez dixwazim azad bixebitim û ev jî di mueseseyên fermî de ne mumkune’ aşkera kir.
Xetîb diyar kir ku wî soza ‘ger ev bûyer bigihêjin xeta sor’ dê îstîfa bike daye gelê Sûriyeyê û wiha got: “Min soz dabû gelê Sûriyeyê ku ger ev kar û bar bigihêjin xeta sor ew dê îstîfa bike. Belê îro ez di vê soza xwe de me û ji peywira xwe îstîfa dikim. Ez dixwazim azad bixebitim û ev jî di bin saziyên fermî de ne mumkune.Ez ji ber vê yekê îstîfa dikim. Em ne li pey mercî û mevkiyane em li pey karên xweş û hederane.”
Xetîb di berdewamiya daxuyaniya xwe de ji ‘Xetên sor’ bi awayekî zelal neanî ziman û got hêzên navnetweî li dijî trajediya Sûriyeyê wek temaşevan dimînin û got ev du sale hemû cîhan li dijî van bûyeran wek temaşevan maye.
Xetîb wiha got: “Tiştên ku gelê Suriyeyê jiyan, hilweşandina binesaziya wê, binçavkirina bi dehezaran, koçberiya bi sedhezaran û trajediyan j bo biryarkirin navnetewî têr nekir. Li Sûriyeyê deriyê azadiyê hatiye vekirin û dê neyê girtin. Peyama me ji bo hemûyan eve ku dê Suriyeyî biryara xwe bidin. Ji bo azadiya Sûriyeyê emd e bi xebatkaran riya xwe bidomînin.”
Îstîfakirina Xetîb, piştî civîna ku duh wezîrên karê derve yên Ewrozpayê pêk anîn pêk hat. Muxalîfên Sûriyeyê ji ambargoya çekan a ku DYA û YE ali ser Suriyeyêk pêk tê muaf tên girtin û daxwaza çekên giran dikin. Ev daxwaza muxalîfan tê redkirin.
ASA: EM HÎTTO NAS NAKIN
Li aliyê din Artêşa Sûriyeya Azad da diyarkirin ku, ew karsazê Kurd Xesan Hîtto yê hefteya borî anîn ser hikumeta demkî ya ji aliyê muxalifan ve hatî avakirin, nasnakin. Artêşa Sûriyeya Azad ragihand ku, Hîtto ji derve anîne xistine nav muxalefetê û hilbijartina di encama li hevkirinê de çênebûye.
Xesan Hîtto di 18’ê Adarê de, di civîna li Stenbolê de kirin serokwezîrê demî yê hikumeta muxalifan.
KURD JÎ LI HEMBERÎ HÎTTO DERKETIBÛN
Hîttoyê ku bi dengê rêxistinên Îslamî anîn kirin serokwezîrê demî yê hikumeta ku ji aliyê Koalîsyona Netewî ya Hêzên Şoreşgerî û Muxalîfên Sûriyeyê ve hatî avakirin, Kurd jî li hember derketibûn.
Hevserokê PYD’ê Salih Muslum dabû diyarkirin ku, ew Hîtto weke nûnerê Kurdan qebûl nakin. Muslim aşkera kiribû ku, “Kurdbûna wî tiştekî îfade nake. Ne Kurdekî nas dike, ne kurdî dizane, ne jî çi eleqeya wî bi siyaseta Kurdan re heye.” Muslim destnîşan kir ku, Hîtto li ser ne lihev kirina hêzên muxalif de hatiye hilbijartin û got, Kurd nevexwendibûn civînê. Muslim gotibû; “Hevdîtinek bi aliyê Kurd re nehatiye kirin.”
ÊDÎ JI NIHA PÊ VE MUXALIF DÊ SÛRIYEYÊ DI KOMKARA EREBAN DE TEMSÎL BIKE
Di vê navberê de wezîrên karên derve yên Komkara Ereban biryar girt ku, kursiya aydê Sûriyeyê êdî dê Koalîsyona Netewî ya Hêzên Şoreşgerî û Muxalifên Sûriyeyê temsîl bike. Wezîrê Karê Derve yê Qatarê Hamad bîn Casim bîn Cabir El Thanî got, ‘Em li bendêne di civîna sêşemê de tevlîbibin.”
Komkara Ereban endamtiya Sûriyeyê di Mijdara 2011’an de bi hinceta ku “hikumetê li dijî xwepêşandêran tundî pêkaniye û ew vê qebûl nakin” cemidandibû.