Serlêdanên dem dirêj girtîmayînê dê bên nirxandin an na?
Serlêdanên dem dirêj girtîmayînê dê bên nirxandin an na?
Serlêdanên dem dirêj girtîmayînê dê bên nirxandin an na?
Dadgeha Makezagonê dê di rojên pêş me de biryar bide ku, serlêdanên şexsî yên di mijara dem dirêj girtîmayîn de binirxîne yan na.
Serlêdan bi şertê ku hemû rêyên hiqûqa navxweyî xilas bûne dê Dadgeha Makezagonê serlêdanên dem dirêj girtî mayînê binirxîne yan na, ev mijar bibû sedema rûdana nîqaşan.
Dadgeha Makezagonê ku daxwaznameyên têkildarî dem dirêj girtî mayînê 12’ê Îlonê di civîna xwe de nirxandibûn, ji bo hinek serlêdana bipejirînin dabû diyarkirin ku, pêwîste bi şertê hemû hiqûqên navxweyî xilas bibin û tekildarî serlêdana destnîşan kiribû ku, doz berdewam bikin.
Dadgeha Bilind biryar girt ku, ji ber vê sedemê ew dê lêkolîn bikin ka rêyên hiqûqa navxweyî xilas bûne yan na, dê têkildarî biryarê li gorî rêziknameya navxweyî dê fikra Wezareta Edaletê bigire. Wezareta Edaletê jî piştî mehek wextê normal û 30 rojên zêde j^ili ser dê dîtinên xwe bi awayek nivîskî pêşkêşî Dadgeha Makezagonê bike.
Ji bo serlêdanên şexsî pêwîste hemû rêyên hiqûqa navxweyî xilas kiribin. Tê xwestin ku, ji bo serlêdana şexsî ya bi îdiaya binpêkirina maf, dosya li Dadgeha Bilind kesîn bibe. Lê belê têkildarî dem dirêj girtîmayînê hiqûqek navxweyî ya cûda ya DMME’yê heye.
Di DMME’yê ger ji bo biryara girtînê ya dozekî ku berdewam dike de îtîraza dadgehekî din ya jortir bê kirin û bê red kirin, teqezbûna biryarê tê qebûl kirin û tê hesap kirin ku hemû rêyên hiqûqa navxweyî xilas bûne. Ger Dadgeha Makezagonê jî weke DMME’yê qebûl bike, dê serlêdan weke rêyên hiqûqa navxweyî xilas bûne biyarê bide. Piştî wê dê bê nirxandin ka têkildarî dem dirêj girtîmayînê binpêkirina mafan çêbûye yan na.