Serfermandarê Tirk: Me ji bo nameyan operasyon nerawestandin
Serfermandarê Tirk: Me ji bo nameyan operasyon nerawestandin
Serfermandarê Tirk: Me ji bo nameyan operasyon nerawestandin
Artêşa Tirk nûçeyên weke ji bo nameya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bigehînin Qendîlê ‘operasyon hatin rawestandin’ derewandin.
Serokatiya Serfermandariya Tirk daxuyaniyek da û da diyarkirin ku, ‘îdîayên weke ji bo heyeta BDP-KCD bi awayek ewle bigehe Qendîlê operasyonên li herêmê hatine rawestindin’ derewandin. Di daxuyaniyê de hate gotin ku, “dema pêwîstî pê hate dîtin” bombebaranên di bin navê operasyonê de dê bidomin.
Heyeta BDP-KCD ya di nav de hevserokên BDP’ê û KCD’ê jî di nav de heyî roja borî çûne Qendîl û nameya Ocalan radestî rayedarên KCK’ê kiribûn. Di demjimêrên ku heyet çû Qendîlê êrîşên hewayî û topan berdewam dikirin.
Artêşa Tirk ji serê sala 2013’an ve bi awayek pir zêde herêmên Parastina Medya yên di bin kontrola gêrîla de bombebaran dike. 14’ê Çileyê di encama bombebarana zêde ya li herêmên Qendîl, Zagros, Gare û Zapê 7 gêrîlayan, 26’ê Sibatê jî li dijî herêmên Zap, Qendîl û Gareyê êrîşên hewayî pêkhatin û 4 gêrîlayan jiyana xwe ji dest da.