Şerê Taybet li dijî jin û ciwanan
Dewleta Tirk ji bo hegemoniya xwe hîn zêdetir bi bandor bike, şerê teybet ne tenê li ser qada siyasî û leşkerî dide meşandin. Ew herî zêde vî şerî bi rêbazên wekî bikaranîna jin û ciwanan bi pêş dixe.
Dewleta Tirk ji bo hegemoniya xwe hîn zêdetir bi bandor bike, şerê teybet ne tenê li ser qada siyasî û leşkerî dide meşandin. Ew herî zêde vî şerî bi rêbazên wekî bikaranîna jin û ciwanan bi pêş dixe.
Dewleta Tirk ji bo hegemoniya xwe hîn zêdetir bi bandor bike, şerê teybet ne tenê li ser qada siyasî û leşkerî dide meşandin. Ew herî zêde vî şerî bi rêbazên wekî bikaranîna jin û ciwanan bi pêş dixe. Ji ber ev herdu qad, xwedî roleke aktîv û avaker in. Lewra bi rêya amûrên şerê teybet ev herdu beşên civakê yên girîng, ji fonkisyona wê ya bingehîn bi dûr xistine, ew wekî mirovên serxweş kirine. Ew çawa jiyan dikin, wê çawa bijîn ne di zanebûna wê de ne. Ew ne di zanebûna poltîkeyên ku wan bikartînin de ne. Pargala deshilatdar ew xistine nava çaleke kûr û bê binî. Pirsgirêka van herdu beşên civakê wekî girêka kor lê hatiye, ewqas pê hatiye leyîstandin, ku êdî vekirina wê girêkê gelek zehmet bûye. Gelo çima dewlet bi teybet li ser van herdu beşan dixebite? Çima dixwaze jin û ciwanan asîmle bike û wan ji rê derxîne?
Wekî tê zanîn, jin û ciwan stûnên herî bingehîn yên civakê ne, beşên herî aktîv in, enerjîk û bi bandor in, lewra heger ev herdu beş bên dîlgirtin, ev tê weteya ku civak bi giştî tê dîlgirtin. Dema mirov li rewşa civaka Tirkiyê temaşe dike, ev rastî baş tê dîtin. Dewletê civak xistiye nava çerxa kapîtalîzmê û dizivirîne. Di bin navê azadî û modêrnîteyê de herkesî dadiqurtîne hindirê xwe, mejî û ruhê herkesî kiriye milkê xwe. Xwe ji herkesî re mîna pêşkêşvanê azadiyê nîşan dide. Kesayet ji xwebûnê derxistiye. Ciwanên ku xwedî fonkisyona avakirin û herkîna civakê ne, îro ew kirine mîna amûrekî ji bo xirabkirin û hilweşandina civakê. Jina ku weke nîvê civakê tê zanîn û di pêşengî û avakirina civakê de xwedî roleke girîng e, lê di roja îro de rola wê bi temamî hatiye berûvajîkirin. Gelek texrîbatên ku îro di civakê de têne çêkirin pergala deshilatdar bi destê jinê dide çêkirin. jixwe jin jî ne di zanebûna van kiryaran de ye. Bi rengekî bê zanebûn xizmeta zilamê xasûk û deshilatdar dike, bi vî rengî ew dikeve rewşeke guneh û bêçar e. Bi siyaseteke pir zirav û qirêj ew tê kirîn û firotin. Li ser bedena wê bazar tê kirin, li ser cewher wê leyîstok tên meşandin, her deqe vîna wê tê şkestin, dîroka wê ya xwedawendiyê, berhemên wê yên hezar salan têne înkarkirin lê tevî vê yekê jî pergal ji bo bercewendiyên xwe hertim wê wekî ya herî baş û azad nîşan dide. Bê guman ev xapandine, ev rewş bi jinê jî daye heskirin û pejirandin, jin jî bi rewşa xwe ya heyî razî ye, tevî ku ew di nava civakê de weke mirov nayê dîtin.
Dewleta Tirk mijara cinsî pir zêde daye pêş. Ew ji fonkisyona wê ya biyolojîk a berdewamkirina cins bi dûr xistiye, berûvajî kiriye û di qada civakî - siyasî de vegerandiya fonkisiyona belavbûn û zêdebûna bê sînor a serweriya deshilatdariya mêr. Jin xistine rewşa makîneya zarok anîn û xizmetê. Lewra Erdogan di daxuyaneke xwe de digot: "jina ku zarokan nayêne, ew miroveke nîvçe ye." yanî tê wateya ku ew mirî ye. Berya niha daxuyaniyeke din ya Erdogan hebû digot: pêwîste jin ji du zarokan zêdetir neyêne û niha jî jina ku zarokan nayêne mirov hisab nake û dibêje jin çiqas dikare zarokan bîne bila bîne. Ev e hişmendî û çemkên Erdogan yên li dijî jinê. Ji vê jî diyar dibe ku Erdoxan li gor berjewendiyên xwe zagonan ji jiyana jinê re datîne û hesaban li ser bedena wê dike. Di serdema koledariyê de jin li mazatan dihate kirîn û difirotin, yê dihat ku bikire destpêkê hemû bedena wê di kontrolê re derbas dikir. ji têlên porên wê bigire hetanî neynokên nigê wê, da ku bizane ka saxleme yan na ku bikaribe daxwazên xweda qiral bi cih bîne. Li gora wê her parçeyek ji bedena wê buhayek li ser dihate danîn. Di roja me ya îro de jî heman tişt li ser jinê tê kirin lê bi şêwazekî hîn zirav û mûdêrin. Îro her maleke bûye mezat. Ji bo keçekê bidin zewicandin malbat û xizimên zilam û jinê li hev dicivin û bi demjimêran li ser buhayê wê jinê guftûgoyan pêşdixin. Gelo ew hêjaye çiqasî ye? Ew çiqas kar û himaliyê dike? Ew çiqas bedew e? Bi temenê xwe biçûk e yan pîr e? û …hwd. Li gor van rewşan pere ji malbata wê re tên dayîn lê kes napisre ew çiqas zana û têgihiştî ye. Ji bo wan ya girîng reng e, şeml û şemal e. ji ber şekil bûye pîvana bingehîn ya serdema niha. Pîvan bûye pîvana hişmendiya kepîtalîzimê, nasnama mirovan fîzîka mirovan e, mirov bi nasnama xwe ya bîrdozî nayên naskirin, ew bi şekil tên nasîn. Lewra her jinek di nava lêgerîna xweşikbûnê de ye, her diçe ew ji xwezayîbûna xwe dûr dikeve. Êdî bi dil û xwesteka xwe, xwe pêşkêş dike û xwe bi zincîrên koletiyê girêdide, yanî qefesa xwe bi destê xwe dide çêkirin.
Civaka ku bi sedsalan di nava qalibên fewdal û doxman de hatibû fetisandin, di bin navê azadî, maf û modêrnîtayê de, civak bi temamî ji cewher, axlaq û civakbûnê derxistiye, ji bo civakek li gora bercewendiyên xwe bide sazkirin amûrên şerê teybet yên wekî sêks, spor û senat dide pêş, bi rêya raghandin û dibistanan naveroka wan pûç kiriye. Ji bo avakirina welatiyên efyonkêş yên herî ehmeq û rezîl medya Tirk bi roleke sereke radibe. Mînaka vê em rojana dibînin. Rêzefîlmên ku her roj bi rêya televizyonan têne weşandin ji naveroka wan diyar dibe kolekirina jinê tê armanckirin. Eger mirov bala xwe bide wan rêzfilman, mirovê bibîne ku hertim rolên xirab dikin para jinê, mîna ku hertim sedema pirsgirêkan be, bêçar e, xeydokî, girî, bi bikaranîna bedena xwe, zilam ji rê derdixe…hwd, di hişmendiya mirovan de jina bi vî şêwazî dide pênasekirin, bi vî rengî bêbextî û xeyaneta herî mezin li ked û cewhera jinê dike. Kurt û kurmancî, jina ku ew dixwaze hildibijêre û dide pêş. Ji milekî ve bi bedena wê herkesî dikşîne nava qefesa xwe, dike êsîrê hişmendiya xwe, ji milê din ve jî, wê rezîl, fahîşe û ketî nîşan dide. Herdu rolên ku jê re dane diyarkirin, di encamê de heman tişt in. Jin ji cewhera wê ya jintiyê qutkiriye û wê wekî cinsê herî ketî daye nîşandan, di heman demê de li kêlek vê, jinê teşwîqî van karên qirêj dike. Bi her rengî jin tê bikaranîn. Firoşkar piranî jin in, ji bo ku him wê teşwîqî madiyetê bike û him jî derdor bikêşîne. Di kargehan de piranî jinên ciwan kar dikin, di bin navê kar de, di wan ciyan de, wan fêrî jiyan erebêsk û fihûşê dikin. Xaleke din ya ku dewleta Tirk wekî şerê teybet li hember jinê bi kar tîne, musulmantî ye.
Heta îslam jî li gora berjewendiyên xwe dane guhertin û di bin navê îslamê de çi xirabiya heyî tînin serê jinê. Wekî din rêbazên ku di bin navê îslamê de weke zagon hatine binavkirin bi armanca kolekirina civakê ne, wekî zagona nîzama 12'ê Îlonê ya ku dibêje: "pêwîste keç berya bigihêje pazdeh saliya xwe bizewice, ji ber ku guneh e." Gelo armanca vê zagonê çi bû? Çima di temenekî biçûk de zewicandin? Bê guman armanca wê şkandina vîna jinê ye, civakek xav ava kirine, pirsgirêkên civakê kûr kirin û pir kirine, deshilatiya zilam mezinkirin û xurtkirine. Jinek nûgihayî dê zarokên çawa mezin bike û li ser kîjan pîvanan perwerde bike? Bê guman ew ê kesayetek binkeftî, bi pirsgirêk û li gor daxwaza pargalê ava bike. Bila jin baxive lê di sînorekî de baxive, karê ne yê wê be bila nêzî nebe, li hember zilam dengê xwe neke, yanî li hember dewletê dengê xwe neke, gotina zilam neşkîne ji bo ku ew biçe buheştê, ev tê wê weteyê ku nabe ti kes gotina dewletê bişkîne.
Heman vî şerê teybet bi polîtîkayek pir zirav li hember ciwanan jî dide meşandin. Dewlet bi giştî di dibistanan de vê polîtîkeyê bi rê ve dibe. Lîberalîzimê weke dersên sereke dide pêş, di bin navê azadiya kesayetî de ciwanan teşwîqî jiyana bi tenê û ezezîtiyê dike. ji bo civakê azadiyeke bi vî rengî pênase dike û dixwaze bi vî şêwazî wî ji civakbûnê qut bike. jixwe armanc jê ew e ku ruhê civakbûnê nehêle. Dibistanên bi peran û bê pere jî hene, dibistanên ku teybet tên dîtin nabin para herkesî, ji ber ku ew dibistanên nêzî Erdogan in. Lewra heger ew dibistan bû para te, ev tê weta ku ti ewqas nêzî cemaeta Erdoganî, ewqas tu zana û mezinî. Bi armanca mejiyê ciwanan bişûn û bê hiş bihêlin ciwanan teşwîqî kişandina madeyên hişber dikin, teşwîqî fihûşê dikin. Çima ciwan bi dewletê ve têne girêdan? Ji ber dewlet xîtabî ajo û hestên ciwaniya wan, yên ku bi salan hatine tepisandin dike. Armanca dewleta Tirk ji vî şerê teybet yê ku dide meşandin ew e ku ciwanan ji rihê wî yê dînamîk dûr bixîne. Wî ji hestên wî yên welatparêziyê ziwa bike û di paşerojê de serê xwe li hember zulm û hovîtiya dewletê raneke. Vê yekê dike, tenê ji bo ku hêza ciwanan bike bin xizmeta desthilatdariya xwe. Vî şerê teybet mêjiyê civakê xwariye, heta ku ev politîkeya şerê teybet û armancên wê yên ku li Bakurê Kurdistanê têne meşandin, neyê dîtin û fêmkirin, wê civak bibe mîna goristana miriyan.
Sibe: Navenda çêkirina derewan û polîtîkaya medya şerê taybet