Şerê li Kurdistanê derbe li hingivê leşkeran jî xist

Şerê li Kurdistanê derbe li hingivê leşkeran jî xist

Ranta ku ji şerê li Kurdistanê çavkaniya xwe digire, dest avêt hingivê leşkeran jî. Derket holê ku li şûna hingiv şûrûp hatiye firotin. Gelê Kurd ku di her firsendê de tîne ziman ku şerê taybet veguheriye rantê, di hingivê ku ji bo leşkeran hatibû kirîn de bi awayekî zelal derket holê.

Heta ku li ser gelê Kurd şer berdewam bike, bi her cureyî nirxên di nav civaka Tirkiyeyê de têne binpêkirin. Artêşa ku jêre “pîroz û mafê wê yê destnedanê heye” jî di vî şerî de ket asta amûrekê.     

Gelek caran di îhale û alavên ji bo leşkeran de hat dîtin ku sextekarî hatiye kirin û di çapemeniyê de cihekî berfireh girt, derket holê ku li şûna hingiv şûrûba ku ji sedî 80 glîkoz e firotine  Fermandariya  Komando û Çiya a Colemêrgê.  

RANTA ŞER DERBE Lİ HİNGİVÊ LEŞKERAN JÎ XİST

Di şerê li Kurdistanê de rantxur bi her cureyî feyde dibînin. Yek ji mînakên ku di îhaleyên leşkerî de sextekarî tê kirin di Fermandariya Komanda û Çiya ya Colemêrgê de derket holê.

Di analîzên laboratuaran de derket holê ku, di ambalajên 40 gram ên dilxwe de hingiv têde ye şûrûba ku ji sedî 80’î wê glîkoze hatiye firotin.

Piştî derket holê ku li şûna hingiv şûrûb dane leşkeran, ji aliyê Hêzên Midûriyeta Wilayetê ya Zad û Qut a Sewalvanî û Çandê tonek û 228 kîlo hingivê sexte 7 kîlometre dûrî bajêr hat îmhakirin.