BI DÎMEN

Sema Ramazanoglû bê ku civîn lidar bixe reviya!

Wezîra Malbatê ya berê ya AKP'ê Sema Ramazanoglû, bê ku beşdarî civîna ku plandikir li Emerîka lidar bixe, reviya.

 

 

Hewldanên AKP'ê ya 'erê' carek din vale derket. Wezîra Malbatê ya berê ya AKP'ê Sema Ramazanoglû ku li Emerika dixwast bi hilbijêrên Tirk re civînekê li San Franciscoyê lidar bixe, piştî civîna wê ji aliyê rêveberiya otelê ve hat redkirin, hat diyarkirin ku bi bandoriya dengê NA vale hat derxistin.

Malpera Sendika.org ku bi dîmen ji raya giştî re hemû şêweyê nûçeyê parvekir. Li Emerikayê di daxuyaniya hilbijêrên dengê NA de wiha tê gotin;

"Me agahiya civîna veşartî girt û hinek gotinên dengê NA yê me heye. Destavêtên zarokan, dijminahiya dijî jinan, zext û êrîşên ku di dema Rewşa Awarte de pêvajoya referandûmê jî di nav de, çima Sema xanim cihekî ku rexê din yê cîhanê ye hatiye vir û rûyê kesekê nedît neçar ma reviya."

Di daxuayniyê de, axaftina Sema Ramazanoglû ya ku di destdirêjiya di dijî zarokan aWeqfa Ensarê de ku gotibû 'Di carekê de tiştek çênabe' hat bibîrxistin.