Şehîdên Rojava li Stockholmê hatin bîranîn

Şehîdên Rojava li Stockholmê hatin bîranîn

Şehîdên Rojavayê Kurdistanê ku dema li dijî êrîşên çeteyên El Nusra û rejima Sûriyeyê li ber xwe dan û jiyana xwe ji dest dan, li paytextê Swêdê Stockholmê hatin bîranîn.

Di merasima bîranînê ya li lokala Komeleya Çanda Kurd pêkhat de, li bin alek mezin ya YPG’ê wêneyên şehîdên Rojava hatin bicih kirin, bigulan hatin xemilandin û li ber wan jî mûm hatin pêxistin.

Piştî deqîqeyek rêzgirtina li ser giyanê şehîdên Rojava, siyasetmedarê Kurd Elî Amed axivî û da diyarkirin ku, emperyalîstan Kurdistan kirine çar perçe, lê gelê Kurd weke Kurdistanekî yek parçe nêz dibin. Amed got, welatên emperyalîst û paşvero hemû derfetên di destê xwe de bikartîne ku, şoreşa Rojava bênefes bihêle.

Amed anî ziman ku, DYA û Rûsya li gel vê welatên paşvero weke Tirkiye, Qetar û Erebîstana Siûdî jî daxilî şerê Sûriyeyê bûne û bilêv kir ku, dewleta Tirk li gel dîktatorên kendavê ji bo pêşî li statûya gelê Kurd ya Rojava bigire, rêxistên weke El Nusra li dijî gelê Kurd dide şer kirin.

Amed destnîşan kir ku, li aliyekê êrîşên li dijî gelê Kurd didomin, li aliyê din Tirkiye û Başûrê Kurdistanê jî derî li Rojava girtine û destûr nadin derman, xwarin û vexwarin derbazî nava gel bibe. Amed got: “Rêveberiya Federal ya Kurdistanê dixwaze bigirtina derî Kurdan terbiye bike û xwestekên xwe bêbide qebûl kirin. PDK dixwaze li herêmê bibe xwedî gotin. Tirkiye jî hewil dide li pêşiya azadî û rêveberiyek xweser ya gelê Kurd bibe asteng. Ji ber vê sedemê êrîşên li hemberî gelê Kurd zêde kirin.”

JIN ROLEK MEZIN DI ŞOREŞA ROJAVA DE DILÎZIN

Amed da zanîn ku, di şoreşa Rojava de jin rolekî pir girîng dilîzin û got: “Tirkiye El Nusrayê ber dide Rojava, leşkerên bipere dixe dewrê , bi vî awayî hewil dide qezencên Kurdan û daxwaza wan ya azadiyê ji holê rake. Lê belê ev hemû dê bi berxwedana qehremanî ya gelê me têkbiçe. Şehîdên me rûmet û ronahiya me ne.”

Amed bilêv kir ku, gerîlayên YPG’ê ne tenê şehîdên Rojavane, şehîdên hemû gelê Kurd in. Weke her car îro jî piştî her şahadetekê ew dê tekoşînê bilind bikin û ew bawer dikin ku, li Rojava dê serkeftin bibe ya gelê Kurd.

DEWLETA TIRK ŞER HERIKAND ROJAVA

Piştî filmê ku berxwedana Rojava nîşan dide hate nîşandan, li ser navê PYD’ê Ehmet Bawer Mazlûm axivî û got, dewleta Tirk çeteyên El Nusrayê çekdar dike û li dijî Rojava dide şer kirin.

Mazlûm da zanîn ku, piştî pêvajoya aştiyê ya li Tirkiyeyê, dewleta Tirk berê şer da Rojava û wiha axivî: “Beriya vê me rêhevalên xwe ên li Bakûrê Kurdistanê şehîd diketin bibîr dianî. Niha jî em şehîdên Rojava bibîrtînîn.”

Serokê Mafê Mirovan ya li dijî Komkujiyê CHAK’ê Azad Heyderî jî got, Rojava ji çar aliyan ve hatiye dorpêçkirin û ambargo danîne ser gelê Kurd. Heyderî balkişande ser ku, li xwarin, derman û pêwîstiyên jiyanî xilas bûne. Çi dibe bila bibe pêwîste alîkariyê bigehînin gelê Rojava.

Hevseroka Meclisa Gelê Kurd ya Stockholmê Zelal Gul balkişande ser ku, welatê piştgiriyê dide El Nusrayê netenê Tirkiyeye û got, ji welatên Îskandinavya û Ewropayê jî tevlî El Nusrayê dibin. Gul anî ziman ku, rayedarên Ewropayê jî çavê xwe li çeteyên ku diçin Rojava Kurdan qetil bikin digire. Bersiva herî baş ku gelê Kurd bide Tirkiye, Erebîstana Siûdî û Qetarê her wiha welatên rojava ên bêdeng lê temaşe dikin, yeketiya Kurdane û bilindkirina tekoşînê ye.