Sariyildiz xwest, girtiyê 75 salî were berdan

Sariyildiz xwest, girtiyê 75 salî were berdan

Parlamenterê BDP'ê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz ji bo berdana girtiyê 75 salî Hasan Aslan, ku ev 22 sal in girtî ye, pirsnameyek da meclîsê.

Sariyildiz, bi riya Serokwekîla Koma BDP'ê Pervîn Buldan pirsname da Wezîrê Dadê Sadullah Ergin û xwest rewşa Aslan bipirse. Sariyildiz, diyar kir ku li gorî rapora Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) li girtîgehên Tirkiyeyê 230 girtiyên rewşa wan giran hene û 108 girtiyên nexweş jî di sînorê mirinê de dijîn. Sariyildiz, da zanîn ku lazim e 181 girtî jî bi lezgîn bên dermankirin û nikarin di nava şert û mercên girtîgehê de bijîn û wiha got: "Mafê herî bingehîn yê tenduristiya girtiyan tê binpêkirin. Li Tirkiyeyê mixabin mafê girtiyan ên demokratîk, rewa û mirovane tê binpêkirin û îhlalkirin. Li gorî pakêta 3'emîn a darazê diviya bû girtiyên nexweş serbest bihatina berdan. Lê hêj girtiyên nexweş nehatine berdan."

‘Pêwistiya Aslan bi alîkariya jiyanê heye'

Sariyildiz, destnîşan kir ku yek ji girtiyên nexweş û rewşa wî giran Hasan Aslan ê li Girtîgeha Tîpa E ya Orduyê ye û wiha berdewam kir: "Hasan Aslan ku di 4'ê Mijdara 1938'an de li Navçeya Hezexa Şirnexê ji dayik bû di 3'ê Adara 1992'an de ji doza PKK'ê hat girtin. Hasan Aslan ji aliyê DGM'ê ve rastî cezayê muebbetê hat. Cezayê muebetê vegerandin 36 salan. Temene rastîn ê Aslan 85 salî ye. Lê salê wî yê nasnameyê 75 salî tê xuyakirin. Ji bo ku temenê wî yê rastîn diyar bibe em dixwazin testa hesti bê kirin. Aslan li girtîgehên Amed, Ceyhan, Mîdyatê û Orduyê hat girtin. 
Niha Aslan, bi nexweşiya KOAH'ê ye. Her ku diçe pirsgirêka tenduristiya wî girantir dibe. Nexweşiya bêhn, astim, mîde û çavan pêre heye. Niha nikare bi tena serê xwe li girtîgehê bimîne. Nikare cilê xwe li xwe bike û riya xwe kur bike. 

Sariyildiz, ji bo wezîr Ergin bibersivîne ev pirs pirsîn: "Di navbera salên 2002 û 2013'an de çend girtiyên nexweş li girtîgehan jiyana xwe ji dest dan. Di sala 2013'an de çend girtiyên nexweş li girtîgehan jiyana xwe ji dest dan. Ji sala 2013'an heta niha çend girtiyên nexweş hene. Rewşa çend kesan giran in. Çend girtî temenê wan di ser 70 salî re ne. Çend girtiyên nexweş temenê wan di ser 70 salî re ne? Di çarçoveya pakêta 3'emîn a darazê de çend girtiyên nexweş serbest hatin berdan. Temenê Aslan ê rastî 85 salî ye, lê li gorî nifûsê 75 salî tê xuyakirin. Ji bo Hasan Aslan bê berdan çi hatiye kirin, dê bê berdan ya na? Nexweşiyên ku li ser Hasan Aslan hatine testpikirin kijan in? Heta niha li kijan nexweşxaneyan kîjan tedawî dît. Hasan Aslan ji bo serbest bê berdan kijan hewldan hene? Li gorî rapora ÎHD'ê 230 girtiyên nexweş divê bên berdan. Ji bo vê yekê çi xebat tê meşandin?"