Şandeya HDP’ê li Kocaeliyê bi wekîlên girtî re axivîn

Şandeya HDP’ê li Kocaelliyê bi wekîlên girtî re hevdîtin çêkirin. Piştî hevdîtinê Serokwekîlê Koma HDP’ê Yildirim daxuyanî da û got: ‘’Em qebûl nakin ku li vê derê hevalên me rehîn werin girtin û em ê qebûl nekin’’

Serokwekîlê Koma Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ahmet Yildirim, Berdevka Meclîsa Jinan a HDP’ê Dîrayet Dîlan Taşdemîr, Wekîlên Stenbolê Garo Paylan û Erdal Ataş weke şandeyekê çûne Girtîgeha Kandirayê û bi wekîlên girtî Hevseroka Giştî ya HDP’ê Fîgen Yuksekdag, Ferhat Encu, Nûrsel Aydogan, Çaglar Demîrel û Besîme Konca re hevdîtin pêk anîn.

Şandeyê piştî hevdîtinê bi tevlêbûna rêxistinên navçe û navendê ya Kocaeliyê re li ber girtîgehê daxuyanî dan.

Serokwekîlê Koma HDP’ê Ahmet Yildirim diyar kir ku wan rêveberiya girtîgehê dîtine. Yildirim got: ‘’Girtina vîna bi milyonan mirov li derveyî hiqûq û destûrê ye.’’

Yildirim li ser rakirina destnedana HDP’yiyan Dadgeha Destûrê îmze avêtiye biryareke ku xwe înkar dike û got: ‘’ Ji bo vê em dibêjin, me rehîngirtina hevalên xwe ku bi awayekî dijî destûrê destnedana wan hate rakirin, bi rengekî dijî hiqûqê ji hêla hiqûqa siyasî ve hatine girtin me qebûl nekir û em ê qebûl nekin.’’

‘EM Ê REHÎNGIRTINA WAN QEBÛL NEKIN’

Yildirim axaftina xwe wiha domand:

‘’Em ne di rewşeke wiha de ne lêpirsîn be ka di nav şertên çawa yên girtinê de ne. Em ne di wê rewşê de ne ku şertên girtîgehê bidin ber pirsan. Em dibêjin, bi tena serê xwe girtîbûna wan rewşeke dijî hiqûqê ye û dijî Destûrê ye. Hemû peymanên navdewletî ku Tirkiyê îmza xwe lêxistiye bûna hevalên me ya li girtîgehê qedexe dike.

Li vir ên ku asteng dikin ku em daxuyaniyê bidin rasterast hiqûqê binpê dikin. Bi vî rengî jî azadiya derbirînê ya ku destûr dide me sînorardar dikin. Bi vî rengê derqanûnî mirov nikare bigihije cihekî. Em dixwazin demildest ev rewşa derqanûnî ya ku hevalên me tê de ne bi dawî bibe û azad bibin. Xebatên me yên di vê biwarê de li vir wê neqedin.’’

Yildirim peyam da ku li dijî girtin û zextan ew ê têkoşîna xwe bidomînin.