Sancar: Em ê li dijî zilmê têkoşînê bilind bikin

Parlemeterê HDP’ê yê Mêrdînê Mîthat Sancar ê ku li dijî girtina saziyên çapemeniya azad bertek nîşanda wiha got: “Em ê li dijî zilmê têkoşînê bilind bikin.”

Parlemeterê HDP’ê yê Mêrdînê Mîthat Sancar ê ku li dijî girtina saziyên çapemeniya azad bertek nîşanda û diyar kir ku hikûmeta ku hevrû dibin hikûmetekî faşîzmê ye. Sîncar destnîşan kir bi girtina Ajansekî mîan DÎHA’yê ku ewqas bihêz xuyda dike ku ji bo gel rastiyan nebîne tên girtin. Sancar wiha got: “Lê ti êrîşên van encam nagirin.

 ‘JI DERVEYÎ BERXWEDANÊ TI RÊ NÎNE’

Sancar wiha got: “Li ti welatî nehatiye dîtin ku desthilatdariya ku zilmê welat bi rêve dibe bimîne.” Sancar diyar kir ku ji ber ku hikûmet pir ditirse van kiryaran dide meşandin û wiha pê de çû: “Dizanin ku textê wan diheje. Jiber wê bi hemû derfetên xwe êrîş dikin. Bi biryarên KHK’ê zilm du qat bûye. Wê hê zêdetir jî bibe lê wê li pêşberî xwe berxwedanekî topyekûn û xurt bibîne. Weke HDP’ê em ê heta dawiyê li dijî van hewldanan li ber xwe bidin.” Sancar destnîşan kir ku çapemeniya azad li dijî van êrîşan wê serî netewîne, di 30 salên dawî de bi dehan rojnamevan hatin girtin, bi dehan hatin qetilkirin û rojname hatin bombekirin. Sancar herî dawî jî wiha anî ziman: “Tevî van hemû êrîşan jî nekarî dengê çapemeniya azad bêdeng bikin. Li vê serdemê de qet nikarin bêdeng bikin. Bi zilmê rêvebirin ne mimkûne. Yên ku li dijî zilmê li ber xwe didin hê mezintirin. Ji derveyî berxwedan û têkoşînê ti rê û rêbazên din nîne.”