Salih Muslim dest bi hevdîtinên li Berlînê kir
Salih Muslim dest bi hevdîtinên li Berlînê kir
Salih Muslim dest bi hevdîtinên li Berlînê kir
Hevserokê Giştî yê PYD’ê Salih Muslim ku ji bo konferansa Berlînê hate Berlînê, endamên Meclîsa Federal, nunerên partiyan û saziyên alîkariyê re hevdîtin pêk anî. Muslim piştî hevdîtinên xwe agahî da ANF’ê û got: “Ewropayî ji nû ve ji hebûn û hêza Kurdan a li Sûriyeyê haydar dibin. Lê heta niha tu projeyeke wan a ji bo dahatûya Sûriyeyê tune ye, plana wan bi ser neket û em li benda mucîzeyekê ne.”
Çarşema borî, li Meclîsa Eyaleta Berlînê ya Almanyayê bi beşdariya siyasetmedarên Kurd û Ewropayî û zanyaran konferansek li ser Rojavayê Kurdistanê hate lidarxistin. Hevserokê Partiya Yekitiya Demokratîk Salih Muslim ku yek ji beşdaran bû, li Almanyayê dest bi hevdîtinên dîplomasî kir.
Hevserokê PYD’ê Muslim, bi Civaka Polîtîkaya Derve ya Alman, Weqfa Heinrich Boll, Bijîşkên Sînornenas re û bi van parlementerên Meclîsa Federal re hevdîtin pêk anî: Endamên partiya Çepgir Jan van Aken û Annette Groth, Endamên SPD Christoph Strässer û Uta Zapf, û ji Partiya Keskan Kerstin Müller.
'KURD JI ALÎKARIYÊ BÊ PAR TÊN HIŞTIN'
Mulsim ku hevdîtinên xwe duh bi dawî kir, da zanîn ku hevdîtin di çarçoveyeke erênî de derbas bûne û got: “Mixabin Ewropayî li hemberî doza têkoşîna azadiyê ya Kurdan biyanî ne. Ji ber vê jî me derbarê doza xwe de agahî da û me xwest ku krîza li Sûriyeyê zû bê çareeserkirin. Me bi kurtî da zanîn ku bêyi Kurdan demokrasî nayê Sûriyeyê. Divê rojavaya ku derbarê Rojhilata Navîn de biryaran digirin derbarê mafên Kurdan de jî xwedî agahî bin.”
Muslim bal kişand ku gelê Rojavayê Kurdistanê ji alîkariya Ewropa û welatên rojava ya ku tê Sûriyeyê bê par hatiye hiştin û got: “Bawer bikin ji bilî alîkariya Kurdan, tu alîkariyeke din ji gelê me re nehatiye. Me binê vê cote standartiya navneteweî ya lihemberî gelê me xet kir û diyar kir ku pêwîstiya Kurdan jî bi alîkariyê heye. Me di hevdîtinan de ji saziyên sivîl xwest ku ji bo alîkarî bişînin ji Kurdan re jî rêyek bê vekirin.”
'PROJEYA ROJAVA JI BO SÛRIYEYÊ TUNE'
Muslîm her wiha da zanîn ku ne tenê Almanya, tu projeyên ji bo dahatûya Sûriyeyê yên welatên rojava tune ne û got ku sedema vê yekê jî ew e ku heta niha hesabên şaş hatine kirin. Muslîm da zanîn ku heta niha hesabên şaş derdikevin holê û got: "Li bendê bûn ku bibe weke Misir, Lîbya û Tûnisê. Lê wisa nebû, krîz her ku diçe kûrtir dibe.”
'EM BÛYERA KARANÎNA ÇEKÊN KÎMYEWÎ LÊKOLÎN DIKIN'
Muslîm bal kişand ser êrîşên dawî yên ku li dijî taxa Kurdan Şêxmeqsûd a Helebê û destnîşan kir ku rejîma Esad dixwaze Kurdan bi zorê koçber bike û bajêr ji Kurdan paqij bike. Rêberê PYD’ê Muslim bi bîr xist ku berê li Helebê 600 hezar Kurd hebûn, lê ji ber pevçûnên dawî, ev rêje ji sêyan yek kêmbûye û got ku ew karanîna çekên kîmyewî li vê taxê klêkolîn dikin. Muslîm diyar kir ku bi awayeke aşkere çekên kîmyewî li Helebê hatiye bikaranîn, lê ew nizanin ka ji aliyê kê ve hatine bikaranîn.