Saziya Zagrosê li Adîgeyê konfernsa xwe ya salane li dar xist
Saziya Zagrosê li Komara Adîgeyê bi tevlîbûna 70 delegeyan konferansa xwe ya salane li dar xist.
Saziya Zagrosê li Komara Adîgeyê bi tevlîbûna 70 delegeyan konferansa xwe ya salane li dar xist.
Konferans li avahîya Mala Kurdan a herêmê, bi bîranîna şehîdan dest pê kir. Ji bo revebirina konferansê li gel Feyzoyê Hisên 5 endamên dîwanê hatin hilbijartin. Nûnerên dewletê yên herêmî û berpirsiyarên neteweyên din jî tevlî konferansê bûn û bal kişandin ser girîngiya yekîtiya netewî û konferans pîroz kirin.
Piştre Serokê Yekîtiya Rêxistinên Kurd a Navneteweyî Arif Ezmanî axaftinek kir. Ezmanî bal kişand ser pirsgirêkên kurdên cîhanê, rewş û halê kurdên li Rûsya yê û kurdên Adîgeyê. Arif Ezmanî destnîşan kir ku di xebatên çandî û civakî yên kurdên Adîgeyê de, çendî kêmasî hebin jî bi giştî bi erênî hatine meşandin. Ezmanî ji ber karên bi encam sazî pîroz kir û dîyar kir ku wê Yekîtiya Rêxistinên Kurd a Navneteweyî li gel piştgiriya xwe her awayî li pişt wan bin. Her wiha ji bo xurtkirina dostaniya gelên herêmê her dem amade ne kar û xebatan pêş bixin.
Arif Ezmanî herî dawiyê bal kişand ser girîngiya xebatan û axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: “Em bi hêvî ne ku sazîya Zagrosê wê kar û xebatên xwe hîn xurttir û çalaktir bimeşîne, girêdayî hemû derfetên heyî bi gelê xwe re bi hevkarî kar û xebatên xwe bimeşîne. Ez ji hemû delegeyan re serkeftinê dixwazim.”
Hevserokê Sazîya Zagrosê Tahir Osmanov jî axivî û weke berpirsiyarê sazîyê xebatên du salan nirxandin û girêdayî kêmasîyên ku rû dane rexnedayina xwe da û ev yek anîn ziman: ‘’Her wiha ji ber bêderfetiyê hin pirsgirêkan rû da. Ji bo ku ev pirsgirêk dubare nebin, me rêbazên çareserîyê xistin rojeva kongreyê û em ê bi van derfetên heyî kar û xebatên xwe baştir pêş bixin.”
Piştre hevserok hatin hilbijartin. Di encama hilbijartinê de her du hevserokên berê Tahir Osmanov û Sînem Broyêva ji nû ve hatin hilbijartin. Hevserokan soz dan ku hê xurttir tevlî kar bibin û xwedî li pirsgirêka Kurd derkevin.
Piştî hilbijartina hevserokan, endamên rêveberiya sazîyê jî hatin hilbijartin û di encama hilbijartinê de beşeke ji endaman hate nûkirin.
Di dawiya konferansê de jî sazîyê plan û projeyên xwe diyar kirin. Li ser vê mijarê niqaş çêbûn û biryar hatin girtin. Di nava biryaran de biryara xurtkirina perwerdeyên ziman, werzîş û çand, çareserîya pirsgirên kurdên li herêmê û sêmînerên dîrokî hat girtin.
Konferans bi berzkirina dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Bijî Yekîtiya Gelan” û “Şehîd Namirin” bi dawî bû.