Li Pirsûsê çiwaşê pispor ê Tirk tecawizî jinekê kir

K.K. ê ku li Fermandariya Cendirmeyan a Navçeya Pirsûsê wek çawişê pispor û parêzvanê qeymeqamtiyê xwe da nasîn, tecawizî jina bi navê M.M. kir.

ÇAWIŞÊ PISPOR Ê TIRK Ê TECAWIZKAR

K.K ê ku li navçeya Pirsûs ê Rihayê xwe weke çawişê pispor û parêzvanê qeymeqamtiyê da nasîn, tecawizî li jina bi navê M.M. (29) kiriye. Bûyera ku nêzî 2 meh berê qewimî li ser giliyê M.M. derket holê.

Bûyer piştî giliyê M.M. li Fermandariya Cendirmeyan a Navçeya Pirsûsê ya li emniyetê îfade da derket holê. M.M. diyar kir ku wê K.K. bi rêya medyaya dijîtal nas kiriye û anî ziman ku dema ew li kar geriyaye, tecawizkar jê re gotiye ku ger were Pirsûsê dê bi kesekî ji şaredariyê re hevdîtinê pêk bîne û ji bo wê karekî bibîne.

M.M ya ku çû navçeyê rastî tecawiza kiryar K.K. yê ku li wir pê re hevdîtin kir, hat.

M.M diyar kir ku ji ber ku kiryar K.K bi malbata wê ew tehdît kiriye nikarîbû bûyerê ji kesî re bibêje.

M.M daxuyand ku kiryar K.K.ê ku tecawizî wê kiriye çawişê pispor e li Fermandariya Cendirmeyan a Navçeya Pirsûsê li ser peywirê bû.