Rapora Wanê: Polîsan tundî, gaz û guleyên lastîk bikar anîn

Navenda Mafên Mirovan a Baroya Wanê, Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê rapora Wanê amadekirin û bertek nîşanî binpêkirina mafan a di dema çalakiyên piştî hilbijartinên herêmî yên Wanê de hat kirin, dan.

Rêxistinên mafên mirovan û hiqûqî têkildarî çalakiyên piştî paşvekişandina mafên Abdullah Zeydan ê ku ji aliyê gel ve weke Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê hate hilbijartin, binpêkirinên mafan eşkere kirin.

Rapor li Salona Konferansê ya Baron Tahîr Elçî hat eşkerekirin. Gelek saziyên sivîl ên bajêr jî beşdarî civînê bûn.

Di raporê de hat ragihandin ku di mudaxaleya polîsan de gaz, ava bişid û guleyên lastîk hatine bikaranîn û welatî birîndar bûne û gelek kes jî hatine binçavkirin.

Hate destnîşankirin ku polîsan di xwepêşandan û meşên ku ji bo şermezarkirina desteserkirina vîna gel a di hilbijartinên herêmî yên li Wanê de hatin lidarxistin de, hêzeke bê pîvan bi kar anîn.

Her wiha di raporê de hatiye diyarkirin ku hêzên ewlehiyê avahiya DEM Partiyê dorpêç kirine, destwerdana xwepêşanderan kirine û bûne sedema birîndaran.

Wekî din, hat ragihandin ku meşa Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Abdullah Zeydan a bi gel re hat kirin, rastî mudaxaleyê hat û gelek kes hatin derbkirin û binçavkirin.

Serokê Şaxa ÎHD'ê ya Wanê Mehmet Salîh Coşkun binpêkirinên di raporê de bi berfirehî nirxand û diyar kir ku tiştên hatine kirin ji bo tepisandina bertekên demokratîk hatine kirin. Hat ragihandin ku der barê bûyerên ku di raporê de hatine destnîşan kirin dê di rojên pêş de raporeke berfireh bê parvekirin.