Çalakiyên Nobeta Edaletê dewam dikin

Xizmên girtiyan ên di Nobeta Edaletê de gotin ku dê di vê Cejna Remezanê de nekarin zarokên xwe bibînin û wiha gotin: "Divê Abdullah Ocalan û hemû girtiyên siyasî azad bibin." 

Nobeta Edaletê ya bi pêşengtiya EGE TUHAYDER û Tevgera Jinên Azad (TJA) hatiye destpêkirin di roja 49’emîn de li nûnertiya DEM Partiyê ya li Taxa Çîmentepeyê berdewam kir. Çalakgeran di çalakiyê de pêşmalkên bi Kurdî û Tirkî li ser “Tecrîd sûcê mirovahiyê ye” û “Bila girtiyên nexweş bên berdan” dinivîsî li xwe kirin. Di çalakiyê de gelek caran dirûşmeyên “Bijî berxwedana zindanan” , “Be Serok jiyan nabe” û “Jin jiyan azadî” hate berzkirin. 
 
Dayika Nezîr Gumuş ê li Girtîgeha Bûrdûrê tê ragirtin, Hanîfe Gumuş, bal kişand ser şerê didome û anî ziman ku zilma dewletê ya li ser kurdan zêde bûye. Gumuş, axaftina xwe wiha domand: “Heta ku ji destê me were, em ê daxwaza edaletê bilind bikin. Em ê aştiyê bixwazin. Zarokên me di çalakiya grevê de ne. Heta ku daxwazên zarokên me bên qebûlkirin dê têkoşîna me bidome. Em li pişt zarokên xwe ne. Heta ku tecrîda li ser Serokatiya me û zilma li zindanan bidome em ê daxwazên xwe nû bikin.”
 
Nobeta Edaletê ya bi pêşengtiya Komeleya Alîkarî û Piştevaniyê ya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Marmarayê (MATUHAY-DER) hatiye destpêkirin, li avahiyê rêxistina navçeya DEM Partiyê ya Sûltangaziyê, di roja 119’emîn de berdewam kir.
 
Di eywanan çalakî lê tê lidarxistin de bi Kurdî û Tirkî pankarta “Em ji bo edaletê tecrîdê bişkînin, ji bo aştiya civakî bibin dengê zindanan” hate daliqandin. Çalakgeran pêşmalkên li ser “Tecrîd sûcê mirovahiyê ye” li xwe kirin. Rêveberên DEM Partiyê yên navçeyên Esenyurt, Gazîosmanpaşa û Bahçelîevlerê serdana çalakiyê kirin. 
 
Xizma girtî Fînce Akmanê destnîşan kir ku ew Cejna Remezanê bi xemgînî pêşwazî dikin û bi bîr xist ku dê girtî bi malbatên xwe re dernekevin hevdîtinê. Akman wiha axivî: “Em ê 3 mehan agahî ji zarokên xwe negirin. Em ji ber wê naxwazin cejn werin. Dema ku cejn tên em careke din bêriya heskiriyên xwe dikin. Em dixwazin zarokên me di cejnan de li gel me bin ne di girtîgehan de.” 

Xizma girtî Gatma Yenî jî anî ziman ku kurd cejnê najîn. Yenî da zanîn ku kurd cejnê li pêşiya deriyên girtîgehan pêşwazî dikin û ev tişt gotin: “Em êdî Tirkiyeya demokratîk dixwazin. Em dixwazin di vê cejnê de bi xizmên xwe re hevdîtinê pêk bînin lê belê xizmên me biryar dan ku heta daxwazên wan neyên qebûlkirin êw ê dernekevin hevdîtinê. Herkes di vê pêvajoyê de dixwaze bi xizmên xwe re hevdîtinê pêk bîne lê belê em wek xizmên girtiyan tu agahiyê ji girtiyên xwe nagirin.”