Rûsya: Şerê navxweyî yê li Sûriyeyê navnetewî dibin
Rûsya: Şerê navxweyî yê li Sûriyeyê navnetewî dibin
Rûsya: Şerê navxweyî yê li Sûriyeyê navnetewî dibin
Berdevkê Wezareta Karê Derve yê Rûsyayê Aleksadr Lukaçevîç da diyarkirin ku, li Iraqê kuştina bi dehan leşkerên Sûriyeyê nîşan dide ku, şerê navxweyî yê Sûriyeyê sînorên welat derbaz kiriye.
Berdevkê Wezareta Karê Derve yê Rûsyayê Aleksandr Lukaçevîç daxuyaniyek nivîskî weşand û got: “Mixabin weke pêşdîtina me şerê navxweyî yê li Sûriyeyê derketiye dervey welat û derbazî welatên cîran bûye û gefê li ewlekariya welatên derdor dixwe.”
Lukaçevîç destnîşan kir ku, “weke din jî terorîst derbazî nava sînor dibin û bi hêsanî tevger dikin, ev pir xetere.”
4’ê Adarê di kemînekê de li Iraqê 48 leşkerên Sûriyeyê û 9 leşkerên Iraqê jî mirin, her wiha gelek leşkerên Sûriyeyê û Iraqê jî birîndar bûn.