Rûniştina 'Doza Sereke ya KCK'ê' didome

Rûniştina 'Doza Sereke ya KCK'ê' li Amedê didome.

Rûniştina doza sereke ya KCK'ê ku 154 siyasetmedarên Kurd tên darizandin li 2’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê destpê kir. Siyasetmedarê Kurd Bayram Altûn ku li Girtîgeha Tîpa T a Xerpêtê girtî tê darizandin beşdarî rûnşitinê bû. Dîsa Endamê MYK'e yê DBP'ê Salih Yildiz ku serbest tê darizandin parastin kir. Parêzer jî di salonê de amade bûn. Endamê MYK'ê yê DBP'ê Salih Yildiz bi kurdî parastin kir û diyar kir ku doza Sereke ya KCK'ê tev encama xeyalan e û li ser daxwaza Cemaeta Fethullah Gulen a ji Serokomar Recep Tayyîp Erdogan hatiye sazkirin. Yildiz, anî ziman ku wan wekî partiyê her dem demokrasî û aştî parastiye û hemû axaftinên wan wekî sûc hatiye dîtin.

Parêzerê Yildiz, Şivan Cemîl Ozen diyarkir ku di derbarê mûvekîlê wî de delîl tûneye û beraata mûwekîlê xwe xwest.

Piştre siyasetmedarê Kurd Bayram Altûn jî bi kurdî parastin kir. Altûn, anî ziman ku dozger di îdîanameyê de hemû rastî berovajî kirine û di dosyayê de bi cih kirine.

Parêzerê Altun, Sedat Demirtaş jî beraata mûwekîlê xwe xwest.

'SEPANDINA TIRKÎ'

Piştî parastinê, metna Kurdî ya ku 4 rûpel ji aliyê Altûn ve hatî amadekirin ji aliyê heyeta dadgehê ve ji ber ku ne Tirkiye qebûl nekir. Serokê dadgehê ji Altun re got: "Daxwaznameya te ne Tirkî ye emê îade bikin. Em vê fam nakin. Ji bo ku em vê fam bikin,pêwîste tu Tirkî bi axivî. Mafê parastinê pîroze. Lê belê em neçarin ku vê daxwaznameyê îade bikin. Ger te Tîrkî qet ne zanî ba wê rewş cudabûna."

Heyeta dadgehê piştî ku navber da rûniştina dozê, biryar da ku eger nivîsandina daxwaznameyê bi Tirkî bê nivîsandin wê qebûl bikin.

Doz wê di 17’ê Adarê roja Înê berdewam bike.