Rûniştina doza rojnamevanên Kurd dest pê kir

Rûniştina doza rojnamevanên Kurd dest pê kir

4'emîn rûnişitna doza 46 rojnamegerên jê 26 girtî li 15'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê dest pê kir. Her wiha îro 22'yê nîsanê ango roja rojnamevanên Kurd e.

4'emîn rûniştina doza 26 jê girtî 46 rojnamegerên ku di 20'ê kanûna 2011'an de hatin binçavkirin û hatin girtin li 15'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê ya li Sîlîvriyê hate dîtin.

Hemû rojnamegerên girtî, 15 kesên bêyî girtî tên darizandin, parêzer, parlementerên BDP'ê Mulkiye Bîrtane û Sebahat Tuncel, Parlementerê Stenbolê Levent Tuzel, Rêveberê Sendîkaya Rojnamegerên Elman Joachîm Legotîs, Endamê RSF'ê Johann Bîhr, Parlementerê Keskan ê Bruksel Jean Claude Defusse, 2 parlementerên Partiya Humansît a Demokrat a Navendî, Nûnerê Platforma Azadiya Rojnamegeran Kaan Karcilioglu, Serokê Giştî yê Sendîkaya Rojnamegerên Tirkiyeyê Ercan Îpekçî, endamên Cemiyeta Rojnamegerên Tirkiyeyê, malbat û gelek kesên din tevlî rûniştinê bûn.

Heyeta dadgehê daxwaza parêzeran a rojnamegerên zilam ên tên darizandin sewqî Sîlîvriyê bikin bi hinceta "ewlehiyê" red kir. Rûniştinê bi xwendina îdîanameya derbarê Mîkaîl Barut û Îsmet Kayhan ê firar a ku dosyaya wan bi dosyaya serekeve hate zêdekirin dest pê kir.