Rûniştina doza ‘KCK'ê ya Mêrsînê 24'ê Nîsanê ye

Rûniştina doza ‘KCK'ê ya Mêrsînê 24'ê Nîsanê ye

Runiştina doza KCK'ê ya Mêrsînê ku nûçegîhana DÎHA ya Mêrsînê Zeynep Kurîş jî di navde 12 jê girtî 34 kes tên darizandin û girtina 9 saziyan tê xwestin dê di 24'ê Nîsanêde li 10'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Edeneyê bê dîtin.

Rûniştina 12 jê girtî 34 kesên ku ji doza KCK'ê ya Mêrsînê tên darizandin dê di 24'ê Nîsanê de li 10'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Edeneyê bê dîtin. Di 3'ê mijdarê de li 6 bajarên ku navenda wê Mêrsîn e di bin navê operasyona KCK'ê de li gel nûçegîhana  DÎHA ya Mêrsînê Zeynep Kuriş, Xwediya Îmtiyazê ya Azadiya Welat Halime Parlak endamê Meclîsa BDP'ê Ramazan Yildiz jî heye 24 kes hatin binçavkirin. Ji 24 kesên hatin binçavkirin jê 10 kes hatin girtin û 14 kes jî serbest hatin berdan. Li dozgeriyê Xwediya Îmtiyazê ya Azadiya Welat Halime Parlak û endamê Meclisa BDP'ê Ramazan Yildiz jî di navde 9 kes serbest hatin berdan. 15 kes jî bi îdîaya "Endamên KCK'ê ne" sewqî dadgehê hatin kirin.

HEYETA DADGEHÊ 10 KES GIRTIBÛN

Heyeta 2'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Edeneyê jî endama Meclîsa Şaredariya Akdenîzê Terfa Arinç, Xebatkarê şaredraiya Akdenizê Îsmail Andan û Abdulaziz Ekinci, Peyvirdarê Ewlehiya ÎŞTAR'ê İshak Îregol û Mele Abdullah Hazar serbest berdan. Dadgehê der barê Nûçegîhana DÎHA ya Mêrsînê Zeynep Kuriş, Serokê Goç-Dera Mêrsînê Selahattin Guvenç, Rêvebara Goç-Der û Navenda Jinan a Îştarê Menice Urun, Hûnermendê NÇM'ê Kadir Çat, Reveberê BDP'a Mêrsinê Abdullah Okur û Îhsan Zengin, Mele Ahmet Kutlu, Rêveberê îHD'ê yê berê Senayi Sain, Xebatkarê Şaredariya Akdenîzê Abdulselam Kutlu û Nazan Dündar bi îdîaya "Endamên KCK'ê ne" biryara girtinê da. 10 kesên hatin girtin şandibûn Karataş û Kurkçulerê. Piştre 6 kesên din hatin binçavkirin û jê 2 kesên din di heman çarçoveyê de hatin girtin. Doza 12 jê girtî ya 34 kesan dê di 24'ê Nîsanê de li 10'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Edeneyê bê dîtin.

Dozger di îdîanameyê de xwest Navenda Çanda Mezopotamya, MEYA-DER, KÎBELE, YAKAY-DER, GOÇ-DER, MED-DER û nûnertiya DÎHA, ÎŞTAR û Akademiya Siyasetê ya Mêrsê li gorî xala TCK'ê ya 60/1 an bên girtin.