Rojeva MPKE’yê pirsgirêka Kurd û Tirkiye ye
Rojeva MPKE’yê pirsgirêka Kurd û Tirkiye ye
Rojeva MPKE’yê pirsgirêka Kurd û Tirkiye ye
Meclîsa Parlementerên Konseya Ewropayê (MPKE) dê roja çarşemê danê sibê, ji bo gotûbêjkirina rapora pirsgirêka Kurd û Tirkiyeyê civîna lijneya giştî pêk bîne. Tê payin ku rapor di heman rojê de bixin dengdanê.
Di raporê de diyaloga ku hukûmeta Tirk raste rast li gel Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daye destpêkirin, tê destekkirin û tê gotin “Em bi navê MPKE’yê hevdîtinên bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re ku weke ‘pêvajoya Îmraliyê’ tê binavkirin, silav dikin.” Her wiha di raporê de tê destnîşankirin ku divê di sîstema makeqanûna nû de guhertin hebe.
Rapor balê dikişîne ser rola hukûmet, pêkhateyên partiyên siyasî û, rol û mîsyona wan a di pvaêjoya çareseriyê de û tê diyarkirin ku çareseriya polîtîk a pirsgirêka Kurd pirsgirêka herî girîng a Tirkiyeyê ye.
Raportora MPKE Josotte Durriu xwest Tirkiyeya ku 64 sal in endama Konseya Ewropayê ye divê êdî sozên ku dane pêk bîne. Durrieu diyar kir ku pêvajoya ku Tirkiye niha têde ye ji bo wê bi xwe û herêmî dîrokî ye û pir girîng e.