ROJEVA 8'Ê NÎSANA 2020'AN

Rojeva Navenda Nûçeyan a 8'ê Nîsana 2020'an.

Siltan Hemo ya PYD'î nerazîbûn nîşanî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser stasyona elektrîkê û xeta avê ya li Til Temirê da û got, "Rizgariya me ya ji êrişan, bi yekîtiyê dibe."

Li kampa penaberan a li Cenevreyê, penaberên ku testa wan a Covîd-19 pozîtîf derket, vegerandina kampê û bi vî rengî di nava lepên mirinê de hatin hiştin.

Heyva Sor a Kurdistanê têkildarî kampanya malbata xwişk û bira daxuyanî da û diyar kir, "Di vê dema awarte de ji bo piştgiriya bi gelê xwe re me dest bi kampanya 'malbata xwişk û bira' kirine."

Wezareta Karên Hundir a Elman nameyek ji saziyên sivîl re şand ên ku li Derya Spî penaberan rizgar dikin û bi hinceta vîrûsa koronayê xwest ku kesî rizgar nekin.

Dengbêj Huseynê Farê yê herî zêde bi stranên ‘Xalê Cemîl’ û ‘Têlî’ tê naskirin û yek ji dengên nemir ê dengbêjiya Kurdî ye, ji ber klamên Kurdî digot rastî êşkenceya giran a dewleta Tirk hat. ji ber vê êşkenceyê nexweş ket û heta jiyana xwe ji dest bide jî ew êş kişand.

Pisporê Xizmeta Civakî Mûstafa Altintop diyar kir, civaka ku ji ber şewba vîrûsa koronayê ji neçarî li malê dimîne dema bê dibe ku travmayên psîko-civakî bibînin.