ROJEVA 7'Ê NÎSANA 2020'AN

Rojeva sereke ya Kurdistan, Tirkiye û cîhanê.

Parlamentera HDP'ê Zuleyha Gulum got, desthilatdarî bi guhertina xwe ya qanûnî ya têkildarî girtiyan, mirinê li mirovan ferz dike.

Heyva Sor a Kurd û Komîteya Tenduristiyê, li Kampa Waşokanî tevdîrên xwe dişidîne, ku şêniyên Serêkaniyê û Til Temirê yên ji ber dagirkeriya dewleta Tirk reviyane lê dimînin.

KCDK-E û TJK-E'yê ji bo kampa malbatên xwişk û biratiyê banga tevlîbûnê û tevlîkirinê kirin.

Li kampa penaberan a ji 800 kesî ya li Magdebûrgê, 2 penaberên bi vîrûsa koronayê hatin tespîtkirin. Penaberên ku diviyabû li karantînayê bihatina bicihkirin, bêyî ku bên tedawîkirin ji nexweşxaneyê hatin derxistin û li kampê hatin vegerandin.

Tê gotin, li nava yekîneya ji 200 leşkerî ya li Colemêrgê 11 leşker bi vîrûsa koronayê ne. Leşkerên bi vîrûsê ketin li wargeh û otelan hatin bicihkirin ku ev yek bû cihê nerazîbûnê.

ji bo dermankirina nexweşên bi vîrûsa Covîd-19 hîn navê dermanekî nehatiye ragihandin, lê belê hewl tê dayin ku bi ceribandinên cuda hewl tê dayin, ku tedawî yan jî çareserek ji bo pêşîgirtina li nexweşiyê bê peydakirin.

Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê diyar kir, di rewşa heyî de divê maske beriya her kesî ji personelên tenduristiyê re bên dayin.