ROJEVA 7'Ê ÇILEYA 2021'Ê

Çend ji sernavên sereke yên ji rojeva Kurdistan, Tirkiye û cîhanê.

Parlamenterê HDP'ê Gergerlîoglû diyar kir ku divê dewlet têkildarî greva birçîbûnê ya girtiyan gavê biavêje û got, "Mekanîzmayeke dewletê heye ku bi rengekî kolektîf hewl dide binpêkirinan binixumîne."

Komîteya Rêveber a PKK'ê bi wesîleya salvegera Komkujiya Parîsê daxuyanî da û diyar kir ku 9'ê Çileya 2013'an li Parîsê di şexsê Sara, Rojbîn û Ronahî de êriş li azadiya jinê hatiye kirin û bi astengkirina tevgera azadiya jinê hatiye xwestin ku siyaset û zîhniyeta serwer a mêr bê dewamkirin.

Hevserokên DBP'ê yên Wanê destnîşan kirin ku daxwazên girtiyên di greva birçîbûnê de ne mafdar û rewa ne û diyar kirin ku ew bi girtiyan re ne.

Gerîlayê HPG’ê Adil Amed bal kişand ser zanista Jineolojiyê û got: "Bi kûrbûnê di zanista Jineolojiyê de û pêkanîna xisletên civakbûnê, em ê bigihin egîdbûn, camerdî û xwebûnê. Egîdbûn cewherê me ye, Jineolojî zanista xwe gihandina egîdbûnê ye."

Esnafên Sûrê diyar kirin ku piştî krîza aboriyê, biryarên têkildarî şewbê hatin wergirtin bandoreke giran li wan kirine û ji ber ku nikarin tiştekî bifiroşin, deyndar bûne. Esnafan gotin, eger rewş bi vî rengî bidome wê topê biavêjin.

Meclîsa Jinê ya FEDA'yê têkildarî şoreşgerên Kurd ên li Silopiya û Parîsê hatin qetilkirin daxuyanî da û destnîşan kir ku dîktator û hevkarên wan divê li dadgehê ceza yên navneteweyî bên darizandin.

Gerîlayê HPG'ê Adil Bilikî ragihand ku şehîd Têkoşer yek ji nûnerên herî bedew ên hevrêtiya li Kurdistanê bû û got, "Bi coş bû, dilnizm bû."

Tê gotin, li herêma xweser a Etiyopyayê Tîgreyê, ji ber şer 2.2 milyon mirov koçber bûne.

Joe Bîden û rêveberiya wî, ku di hilbijartinên serokatiyê yên DYE'yê de bi ser ket, ji bo karibe li Senatoyê jî serdest be, di hilbijartinên Georgîayê de jî bi ser ket.

Rêveberiya Koreya Bakur ku di demeke nêz de ragihand ku xwedî çeka nukleerê ye, biryar da ku 'kapasîteya parastinê ya welêt xurt bike'.

Hate ragihandin ku sîstema parastina hewayî ya Sûriyeyê piştî êrişeke ji Îsraîlê hate kirin, ketiye nava liv û tevgerê.