ROJEVA 6'Ê NÎSANA 2020'AN

Rojeva sereke ya Kurdistan, Tirkiye û Cîhanê.

"Pêşnûme qanûna li ser Guhertina hin Qanûnan û Qanûna Têkildarî Bicihanîna Tevdîrên Ewlekariyê û Ceza" ya ji 70 xalan pêk tê, ku ji aliyê AKP û MHP'ê ve hate amadekirin û girtiyên siyasî nagire nava xwe, li Komîsyona Edaletê ya Meclîsê hate qebûlkirin. Nerazîbûna li vê yekê mezin dibe. Hevserokên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Eren Keskîn û Ozturk Turkdogan li ser mijarê ji ANF'ê re axivîn û gotin, ev yek nêzîkatiyek li gorî hiqûqa dijmin e.

Efrîniyên ku ji ber dagirkeriya dewleta Tirk koçî Şêrawa û Şehbayê kirin, tevî zehmetiyên koçberiyê û gefa şewbê, her wiha dibin hedefa bombardûmana dewleta Tirk û çeteyên wê.

Ji ber vîrûsa koronayê li her welatî pirsgirêka maskeyê rû da. Raya giştî nerazî ye. Dewlet ketine nava pêşbirkeke mezin. Mal ji hev didizin. Hilberînerê herî mezin Çînê di nava mehekê de nêzî 4 milyar maske firot.

Aladdîn siyanîç ku li Londonêdemeke dirêj e bi karên xwe yên perwedeya ji bo zimanê Kurdî tê naskirin, ji ber vîrûsa koronayê wê dersên Onlîne yên Kurdî bide mirovên li malên xwe ne. Dersa destpêkê jî êvara 6'ê Nîsanê dest pê dike.

Li Yekîtiya Ewropayê (YE) û Herêma Euroyê, meha Sibatê rêjeya bêkariyê di nava 12 salên dawî de li asta herî nizm bû. Lê belê vîrûsa koronayê ku bû sedema krîza aboriyê, dawî li vê rewşê anî.