ROJEVA 6'Ê ÇILEYA 2021'Ê

Çend ji nûçeyên sereke yên rojeva Kurdistan, Tirkiye û cîhanê.

Di ser komkujiya Parîsê re 8 sal derbas bûn. Berpirsyar hîn nehatine darizandin.

Bi wesîleya salvegera 8'an a komkujiya Parîsê wê li gelek bajarên Ewropayê, li ber Konsolosxane û Nûnertiyên Fransayê çalakî bên lidarxistin.

Parêzer Eren: Ji bilî Kurdan, yên ku li ber vê bêhiqûqiyê bêdeng man û ji wan hebû ku ev rewş tenê wê li Îmraliyê bimîne, xwe xapandin. Tecrîd îro li tevahiya welêt heye.

Rûsya ji Idlibê heta Eyn Îsa û Qamişloyê 'bi kontrol' rageşiyê li herêmê zêde dike. Armanc ew e ku Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê di aşê dewleta Tirk û Şamê de bihêre. Lê belê rageşî di her kêliyê de dikare ji binê 'kontrol'a Rûsyayê derkeve.

Gerîlayên PKK û PAJK'ê têkoşîna wê yekê dikin ku bi rêya jineolojiyê dîwarên jiyana nû, wekhev û azad lê bikin.

Gerîlaya YJA Starê Faraşîn Zîlan, ku hîn di zarokatiyê de bi hêrsa li dijî dijmin mezin bû, sala 2019'an di şerekî de heta fîşeka xwe ya dawî şer kir û şehîd bû.

Li Komara Kongo ya Demokratîk (RDC) di encama êrişekê de bi dehan sivîlî jiyana xwe ji dest dan.

Tê texmînkirin ku li pênc peykên Uranusê, ku ji aliyê girseyê ve çaremîn mezintirîn gerstêrka Sîstema Rojê ye, di binê erê de okyanûs heye.