ROJEVA 30'Ê COTMEHA 2020'AN
Rojeva Navenda Nûçeyan a Kurdistan, Tirkiye û cîhanê.
Rojeva Navenda Nûçeyan a Kurdistan, Tirkiye û cîhanê.
Serokê Giştî yê KKP'ê Sînan Çîftyurek têkildarî tifaqa Kurd a neteweyî got, "Li dijî êrişên tifaqa cûmhûr a faşîst ên li ser Kurd û Kurdistanê, divê em tifaqa xwe ya Kurd a neteweyî xurtir bikin."
Hevserokê ANYAKAY-DER'ê Şehmûs Işik ragihand ku êrişên li dijî cenazeyan beşek ji konsepta şer e û destnîşan kir, nabe ku li gorî konjonktura siyasî nêzîkatî li cenazeyan bê kirin.
Li gorî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ku di navbera serketin û azadbûnê de têkiliyeke xurt datîne, "Yê azad nebe nikare bi ser bikeve, yê bi ser nekeve nikare bijî! Li Kurdistanê qanûna jiyanê ev e."
KCDK-E'yê têkildarî êrişa li bajarê Nîceyê ku 3 kesan jiyana xwe ji dest dan daxuyaniyek da û diyar kir, "Yê ku fermana van êrişên terorê dide Erdogan e" û bang li Ewropayê kir ku "Erdogan ê terorîst rawestîne."
Komîteya Piştevaniya bi Abdûrrahman Er û Mazlûm Dag a li dijî Darvekirinê, nameyek ji Serokê Herêma Başûrê Kurdistanê Nêçirvan Barzanî re nivîsî û bang lê kir ku darvekirinê nepejirîne.
Piştî ku li bajarê Nîce yê Fransayê 3 kes bi rengekî hovane hatin kuştin, êvara Pêncşemê li bajarê Dijonê jî cîhadîstên Tirk daketin qadan û dirûşma "Allaû Ekber" qîriyan.
Li Peravê Diranên Fîlan ku wê di nava du rojên hilbijartinên Serokatiyê de bên kirin, beriya hilbijartinê şer qewimî. Di şer de bi dehan kesî jiyana xwe ji dest dan.