ROJEVA 29'Ê COTMEHA 2020'AN

Rojeva Navenda Nûçeyan a Kurdistan, Tirkiye û Cîhanê.

PDK ku hevkariyê bi dewleta Tirk re dike, hewl dide ji rewakirina êrişan wêdetir tiştna bike. Eşkere bû ku veguhastina leşkerî û bicihbûna li hin herêman, ji Tîrmehê û vir ve gav bi gav tê kirin.

KCDK-E'yê bernameya çalakiyan a 1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê eşkere kir. Di daxuyaniya KCDK-E'yê de hate gotin, bi wesîleya 1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê divê bi ruhê yekîtiya neteweyî hewldan bê kirin.

Li Fransayê, piştî ku mamosteyê dîrokê Samûel Paty bi hovane hate kuştin, komeleya Baraka Cîty a alîgirê Erdogan hate girtin. Rêveberê komeleyê Sîhamedî ku xwedî li dagirkirina Efrînê derdiket, ji Erdogan daxwaza penaberiyê kir. Baş e, gelo avahiyên Tirk ên nijadperest ku li Fransayê terorê dikin, wê bên betalkirin?

Yekîneyên Berxwedana Şengal (YBŞ) ên ji keç û xortên Êzidiyan pêk tê, ku di têkbirina DAÎŞ’ê de ya li Şengalê berxwedan û têkoşînek mezin kirin û niha jî Şengalê diparêzin diyar kirin, ku pêwîstiya Şengalê bi hêzeke din nîne.

Gerîla Çekdar Amed dijminê xwe nas kiribû, lewma biryar dabû ku xwe li çiyê bigire û li dijî dijmin şer bike.

Wezîrê Karên Ewropayê yê Fransayê Clement Beaune diyar kir ku ew dixwazin pêkanînên tund li ser Tirkiyeyê bên ferzkirin.