ROJEVA 25'Ê COTMEHA 2020'AN

Rojeva Navenda Nûçeyan a Kurdistan, Tirkiye û Cîhanê.

Li bajarên Kurdistanê bi desteserkirina şaredariyên HDP'î re êrişên li dijî Kurdî û saziyên Kurdan bi rêk û pêk bûn. Ji tabelayên Kurdî heta bi gorên mezinên Kurdan êrişên li ser nirxên gelê Kurd zêde bûn.

Parlamenterê HDP'ê yê Stenbolê Erol Katircioglû ragihand ku desthilatdariya xwe ji demokrasiyê vedigire û dikeve nava lêgerînên emperyalîst, nikare aboriyê bi rê ve bibe, lewma krîz wê girantir bibe.

"Her kesî baş dît çawa li Heftanînê pergala dagirkeran belav bû û bi hêz û vîna ku hevalan li wir nîşan dan nasnameya Kurd parastin. Pêngava ‘dem dema azadiyê ye’ jî wê bi ruhê Cenga Heftanînê bi ser bikeve.

Rêveberên Şengalê diyar kirin, ku yên peymanan li ser Şengalê çêdikin cihê wan li Şengalê nîne û destnîşan kir ku hatina wan hêzan wê dagirkerî be. Şengaliyan gotin, "Di dîroka Êzidiyan de teslîmiyet nîne" û diyar kirin ku wê li ber xwe bidin.

Asta destpêkê ya hilbijartinên giştî yên Misrê li 14 wîlayetan pêk hat. Buroyên dengdanê êvara Yekşemê hatin girtin. Tê payin ku eniya Serokkomar Abdul Fetah El Sîsî teqez bi ser bikeve.

Li Belarûsê ku piştî hilbijartinên Serokdewletiyê xwepêşandanên muxalîf dewam dike, dema ku muxalefetê ji bo greva giştî da, tijî bû.

Li Polonyayê, çalakiyên şermezarkirinê yên li dijî biryara Dadgeha Destûra Bingehîn a ji bo qedexekirina mafê kurtajê, dewam dikin.

Li Şîlî ku par çalakiyên mezin ên şermezarkirinê li dijî sîstemê hatin lidarxistin, gel çû ser sindoqan û ji bo edaleteke civakî piştgirî da nivîsandina destûreke nû ya bingehîn.