ROJEVA 22'YÊ TEBAXA 2020'AN
Li Kurdistanê, Tirkiyê û cîhanê rojevên ku derketin pêş.
Li Kurdistanê, Tirkiyê û cîhanê rojevên ku derketin pêş.
-Alîkara Hevserokatiya Rêveberiya Xweser Emîne Osê bal kişand ku dewleta Tirk li herêmê tevlîheviyê derdixe û bi vê dixwaze di nava gel de parçebûnê çêbike, her wiha diyar kir ku hêzên navneteweyî çavê xwe li êrîşên dewleta Tirk digire.
-Parlementerê Partiya Karkeran a Sosyal Demokrat ê hevkarê mezin ê hikumeta Swêdê Anders Osterberg got ku piştî qetilkirina Palme û şûn de sûcên li ser Kurdan zêde bûne.
-Doga Zîlan bû eyloya çavşîn ku di dîroka Kurdistanê ji hêwayê derbên giran li dagirkeran dayî. Ji ber vê du hêz hene ku ti caran wê Doga Zîlan ji bîr nekin; hevrêyên gerîla û dijmin.
-Ji fermandarên YJA Starê Amara Ronahî ku bavê wê li ber avahiya HDP’ê di nobedê de ye, destnîşan kir ku ji ber êrîşên faşîzan û qirker bi vîna xwe tevlî nava refên gerîla û PKK’ê bûye.
-AKP ya ku Colemerg kirî qijleya leşkerî niha jî li navend û navçeyên wê li nav qadên jîgehên sivîl ji bo leşker û polîsan 331 avahiyan çêdike.
-Çalakiyên Dayikên Şemî û Xizmên Windayan wê bê şopandin.