ROJEVA 22'Ê MIJDARA 2023'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

- Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û Rojava wê bêne şopandin.

- Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê ji ber operasyonên 19-20'ê Mijdarê ên li dijî hêzên dewleta Tirk a dagir, gerîlayên li herêmên Metîna û Zapê pîroz kir.

- Endama Desteya Rêveber a Komeleya Jinê ya Rosa Esra Okûr diyar kir ku jin wê bi têkoşîna xwe ya rêxistinbûyî jiyana azadîparêz ava bikin.

- Meclîsa Neteweyî ya Bethnahrîn (MUB) xwest, tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bê rakirin û Ocalan bê berdan.

- Gerîla Niştiman Kurdistan anî ziman ku gelê Kurd bi damezrandina PKK'ê re jinûve rabû ser piyan û got, PKK alternatîfa jiyana azad e.