ROJEVA 21'Ê TEBAXA 2020'AN

Rojeva Navenda Nûçeyan a Kurdistan, Tirkiye û cîhanê.

Hevseroka HDP'ê ya Bajarê Amedê Hulya Alokmen Ûyanik got, sîstema tecrîdê ya li Îmraliyê li tevahiya welêt belav bûye û destnîşan kir, heta ku pirsgirêka Kurd neyê çareserkirin pirsgirêkên din ên li Tirkiyeyê çareser nabin.

Serokê Giştî yê KKP'ê Sînan Çîftyurek li ser êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê got, "Ya em ê bi hev re bi ser bikevin, ya jî bi hev re winda bikin."

Yek ji girîngtirîn pisporê parastinê yê Misrê generalê teqawîtbûyî Dr. Mûhammed Zekî al Elûfî diyar kir, helwesta Misrê ya li dijî desthilatdariya Tirk zelal e û li gorî vê tevdîr hatine wergirtin.

Ciwanê Ereb Demhat ku li refên herî pêş ên şerê rûmetê cih digire, gotinên wî ne yên jiberkirî bûn; sînor, dîwar li pêş nebûn. Gotinên wî ji dil dihatin gotin û digihîşt gelê wî.

Yekîneyên dewletê yên ku li eyaleta Baden-Wurtemberg a Elmanyayê bi Kurdan mijûl dibin, bi rêbazên ku ne kêmî yên dewleta Tirk in, zextê, şantajê û sîxuriyê li endam û rêveberên komeleyên Kurdan ferz dikin.

Taxa Karşiyaka ya Colemêrgê ji aliyê dewletê ve hatiye tecrîdkirin. Şêniyên taxê nikarin ji xizmetekê sûdê werbigirin.

Hewldana DYE'yê ya ji bo jinûve ferzkirina pêkanînan li ser Îranê, piştgirî ji welatên Ewropayê wernegirt.

Bankaya Cîhanê hişyarî da ku xizaniya ji ber krîza aboriyê ya bi sedema şewba Covîd-19 rû dide, ji texmînan gelekî zêdetir wê bandorê li mirovan bike.