ROJEVA 18'Ê KANÛNA 2020'Î
Rojeva Navenda Nûçeyan a Kurdistan, Tirkiye û Cîhanê.
Rojeva Navenda Nûçeyan a Kurdistan, Tirkiye û Cîhanê.
Ji fermandarên HPG'ê Hakî Armanc bal kişand ser rageşiya li Başûrê Kurdistanê û bang li PDK'ê kir ku bi berpirsyarî tevbigere. Armanc got, "Kes nikare li pêşiya gerîla bisekine."
Şervana YPJ'ê Hewlêr Hêvî anî ziman ku wan salek têr û tijî ya têkoşînê li pey xwe hiştine û ji bo Şoreşa Rojava banga xwedîderketinê kir.
Serokê Giştî yê Tarim Orkam-Senê Ahmet Keleş bal kişand ser karkerên çandiniyê yên demsalî ku di nava şert û mercên giran de dixebitin û destnîşan kir ku pirsgirêka karkerên demsalî birîna bingehîn a civakê ye.
Parlamentera Swêdî ya ji Rojhilatê Kurdistanê Amîneh Kakabaveh bi wesîleya sersalê peyama piştgiriyê da wekîlên HDP'î yên dîlgirtî.
Li Wanê piştî erdheja sala 2011'an û rejîma qeyûm, xaniyên dîrokî yên Wanê li ber tunebûnê ne.
Li gorî Navenda Lêkolînên Kanserê ya Navneteweyî (CIRC) di nava vê salê de herî kêm 19.3 milyon nexweşên kanserê hatin tespîtkirin û her yek ji 10 kesan ji ber kanserê jiyana xwe ji dest didin.