ROJEVA 17'Ê KANÛNA 2020'Î

Rojeva Navenda Nûçeyan a Kurdistan, Tirkiye û Cîhanê.

Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK'ê Sozdar Avesta diyar kir ku dewleta Tirk PDK dîl girtiye û got, "Rêya xwe şaş kiriye, ketiye ser rêyeke şaş û metirsîdar."

Parêzer Umît Dede ragihand, ku tecrîda li Îmraliyê divê ne tenê bi rengê hiqûqî her wiha bi aliyê xwe yê civakî ve jî bê nirxandin û got, "Rejîma li Girtîgeha Îmraliyê bi rengekî şênber bandorê li girtîgehan hemûyan û civakê dike."

Parlamentera HDP'ê Tulay Hatîmogûllari Orûç têkildarî gefên girtina partiya xwe got, "Çi dikin bila bikin, HDP li ser piyan e."

Ji bo piştgirya Meryem Şahîn ku par bûbû hedefa êrişa mêrê jê cihê bûbû, li pêşiya Dadgeha Eyaleta Hambûrgê jinan çalakiyek li dar xistin.

Partiya Çep a Swêdê bang li Swêdê kir ku ji ber neheqiya piştî kuştina Olof Palme li Kurdan hatiye kirin, lêborînê ji Kurdan bixwaze.

Li bajarê Hambûrgê yê Elmanyayê, îsal cara 11'an Festîvala Fîlman a Kurd tê lidarxistin.

Li gorî Neteweyên Yekbûyî, eger tedbîr neyên wergirtin, zexta giran a germahiya global a li cîhanê wê bigihêje wê astê ku pêşketina mirovî rawestîne.

Amûra sondajê ya Çînê ku destpêka vê mehê ji bo wergirtina nimûneyê şandibû ser Heyvê, bi rengekî serketî vegeriya.

Xwarina herî populer a Bakurê Efrîkayê kûskûs kete lîsteya Mîrateya Cîhanê ya UNESCO'yê.