ROJEVA 16’Ê COTMEHA 2020’AN

Rojeva Navenda Nûçeyan a Kurdistan, Tirkiye û cîhanê.

Çalakiya rûniştinê ku li ber avahiya Konseya Ewropayê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê lidarxistin wê bê şopandin.

Dewleta Tirk di Tîrmeha 2011’an de deriyên Îmraliyê li parêzeran girt û tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah ocalan derxist asta herî bilind. Vê yekê hêrsa Kurdan zêde kir. Li Kurdistan, Tirkiye û Ewropayê ji nû ve berxwedanê dest pê kir.

Hevserokê DBP’ê yê Amedê Mehmet Bakir bi bîr xist ku tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd 22 sal in dewam dike û got, “Polîtîka tecrîdê herî zêde bandorê li gelên Tirkiyeyê dike. AKP’ê tecrîd kiriye rêbazeke rêveberiyê.”

Ji lêgerînerên jiyana bi wate Fermandara YJA Starê Roza Hêlîn bi sekna xwe ya esîl, bi dilnizmî û bedewiya dilê xwe cihê xwe di dilê hevrêyên xwe de girt.

Ji ber germahiya global hejmara afetên xwezayî di nava 40 salên dawî de bi du qatî zêde bûn. Li tevahiya cîhanê nêzî 2.5 milyon mirovî jiyana xwe ji dest dan, bi trîlyonan dolarî zerara madî çêbû.

Wezîrê Karên Derve yê Fransayê Le Drîan ku serdana Cezayîrê kir, ji welatên cîran xwest ku di mijara Lîbyayê de hîn bêhtir çalak bin. Cezayîrê jî ragihand ku ew ji navbeynkariyê re amade ye.