ROJEVA 16'Ê ÎLONA 2023'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

- Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û bûyerên têkildarî mijarê wê bêne şopandin.

- Çalakiyên ji ber salvegera serhildana 'Jin, Jiyan, Azadî' wê li Kurdistan û gelek welatan werin lidarxistin wê werin şopandin.

- KJK’ê bi wesîleya salvegera qetilkirina Jîna Emînî de got “Divê dirûşma ‘Jin Jiyan Azadî’ tenê di dema çalakiyan de neyê gotin, divê bibe hêza pêşeng a jiyan, têkoşîn û rêxistinbûnê.”

- Çalakiyên xizmên windayan ên li navendên Kurdistan û Tirkiyeyê tên lidarxistin, wê werin şopandin.

- Seroka ÎHD'ê Eren Keskîn diyar kir ku qanûnên ku ji bo bersûcên Komkujiya Sêwasê tê kirin nîşaneya sereke ya polîtîkaya cezanedanê ye û got, “AKP li hemberî sûcên dewleta kûr polîtîkaya cezanedayînê dişopîne.”

- Yek ji fermandarên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Ebû El Ehmed Heremî bûyerên Minbicê yên ku şer û pevçûnên dijwar lê diqewimin, nirxand.