ROJEVA 14'Ê KANÛNA 2020'Î

Rojeva Navenda Nûçeyan a Kurdistan, Tirkiye û Cîhanê.

Hilberînerên Bedlîsî ji qedexeya li ser tûtinê nerazî ne. Bi fikar in ku her gavê keda wan bê desteserkirin, ya jî cezayê bi milyaran lîreyî li wan bê birîn.

Hikumeta Ûkraynayê dixwaze, bermahiyên Çernobîlê ku xerabtirîn karesata nukleerî ya dîrokê ye, li Lîsteya Mîrateyên Cîhanê ya UNESCO'yê bê bicihkirin.

Şaredariya Bajarê Mezin a Parîsê, ji ber ku di sala 2018'an de li hemberî pênc mêran, 11 jinan ji wezîfeya rêveberiyê sûd wergirtine, ji aliyê dewletê ve bi 90 hezar euroyî hate cezakirin.

Li paytexta Belarûs Mînskê, roja Yekşemê di xwepêşandana şermezarkirinê de bi dehan kes hatin destgîrkirin. Ji Tebaxê ve derdora 30 hezar kes hatine destgîrkirin.

Li Polonyayê, li dijî biryara Dadgeha Destûra Bingehîn a ji bo qedexekirina kurtajê, bi hezaran kes li paytext Varşovayê daketin qadan. Hem ji bo kurtajê meşiyan, hem jî xwestin ku hikumeta muxafazakar dest ji kar berde.

Li bakurê Nîjeryayê piştî êrişa çeteyên çekdar bi sedan zarok winda bûn. Leşker li wan zarokan digerin.