ROJEVA 14'Ê ÎLONA 2019'AN

Rojeva Navenda Nûçeyan a 14'ê Îlona 2019'an.

-Çalakiyên li navendên Amed, Wan û Mêrdinê yên li dijî qeyûman wê were şopandin.

-Li Stenbol û Amedê çalakiyên xizmên windayan wê were şopandin.

- Piştî desteserkirina Şaredariya Mezin a Wanê ya HDP'ê kontrolên rê yên di navbeyna Colemêrg, Wan, Agirî û Bedlîsê de zêdetir bûn. Herêm hema hema hatiye dorpêçkirin.

- Hevserokê Şûbeya Mêrdînê ya ÎHD’ê Fevzî Adsiz got qeyûm desteserkirina vînê ye, li dijî peymanên navnetewî ye jî û diyar kir ne protesto, astengkirina vê sûc e.

- Hostayê Deqkirin Selîm Gokçen ku li Mêrdînê dijî got huner ji bo bazirganiyê nayê kirin. Gokçen got bi hunera  xwe dixwaze çanda Kurd vebêje.

- Federasyona Komeleyên Batmanê (BADEF)  jî derbasî pergala hevseroktiyê bû. Hevserok Canan Turelî got ew bi pergala hevseroktiyê ji hişmendiya desthilatê ku jinan di malê de girtî dihêle bibihurin.

- Li Efrîkaya Başûr ku her sal bi sedan jin dibine gorî jin li dijî tundiyê bi dirûşma ''êdî bes e'' xwe berdane meydanan.