ROJEVA 12'Ê ÎLONA 2021'Ê

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

Êrişên dagirkeriyê yên artêşa Tirk û PDK'ê û bûyerên têkildarî mijarê wê bên şopandin.

Ji Fermandarên HPG'ê Davût Karasû: PKK’ê hêviyên dewletê şikandiye. Armanc û biryardariya PKK’ê li gorî 41 sal berî mezintir bûye. 12’ê Îlonê xwest di demeke kurt de PKK’ê tune bike. Lê belê 41 sal derbas bûn, tine nekir; berovajî, bi xwe ber bi tinebûyînê ve diçe.

Serokwekîla Koma HDP'ê Beştaş daxistina benda hilbijartinê ji bo asta ji sedî 7'ê nirxand û got, "Partiya me bi tena serê xwe dikare bigihêje rêjeya ji sedî 15'an. Em nabêjin ku illehî divê tifaqê bikin. Em partiya xwe xurt dikin û têkoşîna xwe dewam dikin."

Parlamentera HDP'ê ya Agiriyê Dîlan Dîrayet Taşdemîr qala daxwazên gel kir ên ku di civînên "Em HDP'î ne, li her derê ne" hatin ser ziman û got, li gel êrişan jî bi taybetî jin dest ji têkoşînê bernadin.

Meşa Dirêj, ku Tevgera Ciwanênw Şoreşger û jin ên Têkoşer ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan doh ji Kolnê dan destpêkirin, di roja duyemîn de ye.

Aktîvîteyên aboriyê yên li cîhanê, bi taybetî di pêvajoya şewba dawî de bi giranî derbasî ser înternetê bûn, kir ku navendenek mezin a daneyan çêbibe. Pispor bi fikar in ku ev rewş bandoreke giran li hawirdorê bike.

Tê texmînkirin ku li Srî Lankayê ji salên 1980'î û vir ve derdora 60 heta 100 hezar kes winda ne. Têkoşîna xizmên windayan a li welêt ji nedîtî ve tê.