ROJEVA 10'Ê MIJDARA 2020'AN

Rojeva Navenda Nûçeyan a Kurdistan, Tirkiye û Cîhanê.

Aktîvîsta TJA'yê Zelal Bîlgîn bal kişand ser dek û dolabên ji bo şerê navxweyî yê Kurdan tên gerandin û got, "Ji rijandina xwîna Kurdan bi destê Kurdan tiştekî zehmet û girantir nîne." Zelal Bîlgîn ji bo dawî li zimanê şerxwaziyê bê anîn bang kir.

Ew fermandar û şoreşgereke jin e. Li Îzmîr ji dayik dibe, zaningehê diterikîne, di sala 1997’an de beşdarê nav refên PKK’ê dibe. Jineke şoreşger û çiyayî ye. Di 11’ê Mijdara 2017’an de tevî 12 hevrêyên xwe di şer de şehîd dikeve.

Wezareta Karên Hundir a mezintirîn eyaleta Elmanyayê (NRW) diyar kir ku neteweperestên Tirk dibe ku êrişî mirovên muxalîfê rejîma Erdogan bikin.

Çîrokeke gûzê... Gundî xwe dispêrin van darên gûzê yên dîrokî. Nav û cûreyê her yekî ji wan heye. Bi giranî li gorî dijwariya wan nav lê hatiye kirin.

Serokê Ermenistanê diyar kir ku ji bo dawî li şerê li Qerebaxê bîne wî mohra xwe daniye binê peymaneke 'bi êş'. Serokdewletê Rûsyayê jî diyar kir ku wê 'hêza aştiyê' li herêmê bê bicihkirin.