Roja Kobanê ya Cîhanê li Rennes û Montrealê hate pîrozkirin
Li bajarên Rennes û Montrealê, girseyên gel daketin qadan û Roja Kobanê a Cîhanê silav kirin.
Li bajarên Rennes û Montrealê, girseyên gel daketin qadan û Roja Kobanê a Cîhanê silav kirin.
Li bajarên Rennes û Montrealê, girseyên gel daketin qadan û Roja Kobanê a Cîhanê silav kirin.
RENNES
Li bajarê Rennes ê Fransayê, li ser banga Civaka Demokratîk a Kurd li Fransayê (CDK-F), girseya gel li meydana Place du Colombîerê hev civiya û dest bi meşê kir. Meşa ku gelek Kurdistanî û dostên wan tevlî bûn bi qasî 4 kîlometreyan dewam kir. Di çalakiyê de dirûşmên "Bimire komploya navneteweyî", "Bijî Serok Apo", "Ji Ocalan re azadî" hatin qîrîn.
Girseya gel piştre xwe gihand Place de la Marîîe û mîtîngek pêk anî. Li ser navê Komeleya Dostaniya Kurd-Broton, Maîson International Rennes (MIR), Partiya Komunîs a Fransayê (PCF), Tevgear Komunîstên Ciwan ên Fransayê (MJC), Tevgera Aştiyê, Komeleya Jinê ya Zîn û CDK-Rennesê axaftin hat kirin. Qisekeran 1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya cîhanê pîroz kirin û şervanên div ê berxwedanê de jiyana xwe ji dest dane, bibîr anîn.
Qisekeran bal kişandin ser girtina organên weşana serbixwe û destnîşan kir, ku 'kevneşopiya çapemeniya azad' het niha li ber hemû zext û êrîşan li ber xwe daye. Qisekeran destnîşan kirin, ku ew ê piştgiriyê bidin gelê Kurd.
Li bajarê Rennesê mîna her hefteyê, ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan saet di 17:00 de li Place de la Maîrîe çalakî hate lidarxistin. Li vir panket hatin vekirin û li ser komkujiyên hatine kirin, belavok hatin belavkirin.
MONTREAL
Bi wesîleya 1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê li bajarê Montreal ê Kanadayê çalakiyek hate lidarxistin. Gelek ekolojîst, femînîst, nivîska rû atîvîst beşdarî çalakiyê bûn.
Li vir daxuyanî hat dayîn û hat gotin, Şoreşa Rojava berxwedana herî mezin a gelan e. Du şervanên Kanadayî yên di nava refên YPG'ê de têkoşiya bûn, beşdarî vê pîrozbahiyê bûn. Qisekeran bang li gelan hatk kirin ku xwedî li Şoreşa Rojava derkevin.