Rêxistina Çavdêr a Mafê Mirovan: Li Hewlêrê kesên ku çalakiya aştîyane dikirin hatin binçavkirin

Rêxistina Çavdêr a Mafê Mirovan (HRW) têkildarî binçavkirina 32 kesan a ji hêla hêzên Rêveberiya Herêmî ya Başûrê Kurdistanê ve ku 4’ê Adar êli dijî êrîşên bi ser Şengalê de çalakiyên aştiyane kiribûn daxuyanî da.

Human Rights Watch (Rêxistina Çavdêr a Mafê Mirovan) îro têkildarî êrîşa asayîşa Hewlêr a PDK’ê li dijî xwepêşandêrên 4’ê Adarê ku bi armanca şermezarkirina êrîşa li ser Şengalê hatî lidarxistin, raporek weşand. Di raporê de Human Rights Watch bal kişande ser binçavkirina 23 xwepêşandêran ku ji liyê asayîşa Hewlêrê ve hatibûne binçavkirin û 6 ji van xwepêşandêran ku xelkê Bakûrê Kurdistanê ne û hê jî nehatine berdan.

Di raporê de ku cih dane gotinên Cîgira Rêveberê Human Rights Watch li Rojhilata Navîn, Lema Feqye, wiha dibêje; “Rayedarên hikûmeta Herêma Kurdistanê xwepêşandêr binçavkirin bê ku ti sedemek nîşan bidin. Bi vî şêweyî dixwazin destûrê nedin  ku kes tevlî xwepêşandanên medenî bibin.”

Her wiha Human Rights Watch ku li gel 3 xwepêşandêran jî hevdîtin kiriye, wiha cih dide gotinên wan; “Roja 4’ê Adarê saet 14:00’ê komek xwepêşandêr li Hewlêr li ber Parka Samî Ebdulrehman xwestin xwepêşandanê bikin. Belê polîsan êrîşê wan kir û destûr nedan ku xwepêşandanê bikin. Li ser vê yekê dema xwepêşandêran li ser xwepêşandana xwe israr kirin, hatin binçavkirin.”

Rojnameger û nûçegihanê RojNewsê Siware Mehmûd di hevdîtina xwe ya li gel Human Rights Watch de wiha got; “Saet 14:00’an ez û du çalakvanên navxweyî li cihekî 500 metir dûrî cihê xwepêşandanê rawestiyabûn. Piştre ber bi cihê xwepêşandanê ve birê ketin. Ez weke nûçegihanê RojNews çûme cihê çalakiyê. Lê hêzên asayîşê destûr nedan çalakger çalakiyê lidar bixin.”

Siware Mehmûd qala dema binçavkirina xwe jî kir û got; “Dema hêzên asayîşê ez binçav kirim, destûr nedan ez peywendî li gel malbata xwe bikim. Piştî berdanê jî gef li min xwarin ku nabe êdî ez li Hewlêr bimînim û divê ji bajar derbikevim.”

Her wiha di heman raporê de ku cih dane gotinên Berpirsê Desteya Serokatiya Eniya Demokrasiya Gel, Dr. Mihemed Kiyanî, wiha axivî; “Saet 13:30’ê em li cihê xwepêşandanê bûn. Me dît ku polîsan li jinekê xistin û neçar kirin ji wir biçin. Piştre berpirsekî polîsan hat û em hemû xistin pasekê de.”

Di dawiya rapora Human Rights Watch hat diyarkirin ku li gor yasaya Iraqê divê di nava 24 saetan de hemû kesên hatin binçavkirin bêyî derxînin pêş dadgehê. Belê heya niha jî der barê 6 kesên ji yên hatin binçavkirin ti agahiyek nehatiye girtin. Her wiha Lema Feqihîş got ku ger tenê sûcê van kesên hatin binçavkirin tevlîbûna xwepêşandanê be, divê tavilê bên berdan.’’

Orjînala raporê li vir e :  https://www.hrw.org/news/2017/03/16/kurdistan-region-iraq-32-arrested-peaceful-protest