Rewşa dawîn a koronavîrusê

Li temamî dinyayê hejmara nexweşên ji ber koronavîrusê milyonek û 200 hezar kes derbas kir. Herî kêm 65 hezar kes jî mirin.

TIRKIYE

Dewleta Tirk diyar kir ku hejmara nexweşan bûye 23 hezar û 934 û hejmara miriyan jî bûye 501. Lê tê diyarkirin ku desthilatdariya AKP û MHP’ê hejmarên rastîn nabêjin.

Desthilatdariya AKP û MHP’ê diyar kir ku kesên biniya 20 salî ne û dixebitin û karkerên demsalî wê ji qedexeya derketina derve mûaf bin.

HDP’Ê KAMPANYA DA DESTPÊKIRIN

HDP ji bo ku bandora ekonomîk a koronavîrusê kêm bike, dest bi Kampanyaya Hevgirtina Malbatan kir.

Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan diyar kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî di bin rîskê de ye û got ku, “Divê dengek an jî dîmenek ji Îmraliyê were.”

GIRTÎGEH

Girtiyên li Girtîgeha Tîpa M a Êlihê ji ber ku li derveyî qanûna înfazê ne, duh êvarê qawîşên xwe şewitandin. Hate diyarkirin ku girtî sewqî Amedê hatine kirin.

BÎLANÇOYA LI DINYAYÊ

Li DYE’yê hejmara nexweşan 311 hezar kes derbas kir û herî kêm 8400 kes mirin û 300 hezar kes jî tedawî dibin.

Li Îtalyayê hejmara nexweşan 124 hezar kes derbas ki, 12.400 kes mirin û 80 hezar kes jî tedawî dibin.

Li Fransayê hejmara nexweşan bû 90 hezara û 7560 kes jî mirin.

Li Elmanyayê hejmara nexweşan 96 hezar derbas kir û 1400 kes jî mirin.

Li Îngîltereyê hejmara nexweşan bû 41 hezar û hejmara miriyan jî 4300 derbas kir.

Li Swîsreyê 21 hezar kes nexweş ketin û 680 kes mirin. 14 hezar kes tedawî dibin.

Li Belçîkayê hejmara nexweşan digihêje 20 hezaran. Hejmara miriyan jî 1447 ye.

Li Rûsyayê hejmara nexweşan bû 5500 û 45 kes jî mirin.

Li Îranê 58 hezar kes nexweş ketin û 3600 kes jî mirin. Lê tê diyarkirin ku hejmara miriyan zêdetir e.