Rewşa Akbaş di xeterê de ye

Rewşa Akbaş di xeterê de ye

Duran Akbaş êli taxa Gazî ya Stenbolê rastî êrîşa polîsan hat xetereya wî jiyanê didome. Akbaş hişê wî girtiye û hat hînbûn ku hestiyê serê wî şikestiye.

Duran Akbaş yê 27 salî ku li taxa Gazî di çalakiyê de rastî êrîşa hovane ya polîsa hat, kabsula bombeya gazê li serê wî ket û bi giranî birîndar bû.

Akbaş piştî mudaxaleya yekemîn rakirin Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Okmeydani. Hate diyar kirin ku rewşa Akbaş hêj cidiyeta xwe diparêze.

Serokê Şaxa SES’ê ya Şîşliyê Mehmet Alî Alataş diyar kir ku hişê Akbaş girtiye û eniya wî ketiye aliyê hundir, hestiyê serê wî şikestiye.

Welatiyê bi navê Ahmet Taniş yê bû şahidê bûyerê diyar kir ku wesayîtên zirxî li kolanan digeriyan û dîtiye ku Akbaş li erdê ye.

Parêzerê malbatê Hasan Karabag jî diyar kir ku ji ber ku travmaya mêjî derbas kiriye, naxin ameliyetê.