Rejîmê êrîşê gundên Efrînê kir: Zarokek mir, 3 birîndar

Rejîmê êrîşê gundên Efrînê kir: Zarokek mir, 3 birîndar

Hêzên rejîma Sûriyeyê û alîgirên wê, bi topên hawanê êrîşî gundên Ziyaret û Gundê Mezin ên girêdayî Navçeya Şêrawa ya Efrînê kirin. Di encama êrîşa ku 60 top li herdu gundan ketin de ji heman malbatê zarokekî 9 salî jiyana xwe ji dest da û 3 kes jî birîndar bûn.

Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmê hatine girtin di saetên serê sibehê de rejîma Sûriyeyê û alîgirên wê ji bajarokên Nibil û Zehra bi hawanan êrîşî gundên Ziyaret û Gundê Mezin ên girêdayî navçeya Şêrawa ya Efrînê kirin.

Di encama êrîşa ku 60 hawan li herdu gundan ketin de, ji heman malbatê zarokê bi navê Wehîd Ehmed (9) dema ji ber topbaranê direviya, jiyana xwe ji dest da, birayê wî Mehmud Ehmed (21), dayîka wan Emel Şeebo û bapîrê wan Welîd Îbrahîm Ehmed jî birîndar bûn.

Ji ber êrîşan şêniyên gund berê xwe dan gundên Gorzelê û Gîmarê yên Şêrawa. Hate ragihandin ku hêzên rejîmê bi alîkariya milîsên Îranî li dora gundên Birçqas, Gundê Mezin, Berad, Ziyaret, Qunêtra, Kefernibil, Aqîbê û Meyasê kom dibin.

Li aliyê din Yekîneyên Parastina Gel (YPG) jî li heman gundan tedbîrên xwe zêde kirine, lê heta niha tu agahiyên pevçûnan nehatine.

Her wiha, balefirên şer gundê Dêrcemal ê girêdayî herêma Ezazê jî bombebaran kir, lê derbarê encamên bombebaranê de agahî nehatin bidestxistin.

Piştî topbaranê li bajaromên Nibil û Zehra di navbera Artêşa Azad û hêzên rejîmê de şer derket. Hate ragihandin ku şer hîn didome.

Aligirên rejîmê yên li Nibil û Zehra duh jî riya Efrîn û Helebê girtibûn.