Rêhevalê Yilmaz Guney wefat kir

Rêhevalê Yilmaz Guney wefat kir

Lîstikvanê sînemayê yê zana Tûncel Kûrtîz di 77 saliya xwe de çavên xwe li jiyanê girt. Kûrtîz ku xwe weke "komunîst" bi nav dikir di mijara pirsgirêka Kurd de digot, "Zimanê dayikê mîna welat e, dijderketina li zimanê dayikê nabe."

Lîstikvanê zana Li Etîler a Beşîktaşê, li mala xwe ya li qatê duyemîn ê Apartmana Bogazîçî ya li Kolana Ovûnê, saet di 10:00 de mirî hat dîtin. Tê gotin, Kûrtîz dema bi tenê li malê bû, gava taştê dixwar ji kursiya lê rûniştibû ket xwarê û ji ber serê wî li erdê ket jiyana xwe ji dest da.

Hevsera wî Mened Kûrtîz ragihand ku dema ew ji derve hat malê wî hevserê xwe li erdê dirêjkirî dît. Hat hînbûn, wezîfedarê avahiyê û cîranên ku qîrîna hevserê Kûrtîz bihîstin, li servîsa lezgîn geriyan. Wezîfedarên tenduristiyê yên hatin cihê bûyerê dîtin ku Kûrtîz jiyana xwe ji dest daye.

Hat hînbûn, hunermend dê roja Yekşemê li gundê Tahtakûşlar ê ser bi Bajarokê Balikesî Gure'yê bê veşartin.

Şaredarê Şîşliyê Mûstafa Sarigul got, "Wî bi xwe xwest li Balikesîrê were veşartin. Digot ew ji wê derê gelekî hez dike û birayên wî li wir in. Emê jî daxwaza wî bicih bînin."

Tûncel Kûrtîz di gelek fîlm û lîstikan de cih girt. Kûrtîz ê di sala 1936'an de hat dunyayê, yekemcar di sala 1959'an de li Dormen Tiyatro dest bi lîstikvaniyê kir. Hunermend bi fîlmê Suru yê Yilmaz Guney deng veda û mîna fîlmên Hamo Aga, Dûvar, Ûmût di gelek fîlman de lîst. Di sala 1981'ê de bi fîlmê "Gul Hasan" ê li gel Nûrettîn Sezer nivîsandibû, xelata senaryoya herî baş stend. 

Tûncel tevî gelek xelatên neteweyî û navneteweyî, di Cotmeha sala 2011'an de di 48. Festîvala Fîlman a Altin Portakal de Xelata Rûmetê ya Heta Dawiya Emrê xwe stend.

'HER SÎNEMA POLÎTÎK E'

Rêhevalê Yilmaz Guney Kûrtîz di hevpeyvîna xwe ya 16'ê Mijdara 2010'an li gel ANF'ê de digot, ew ji ber salên bê Guney dibihurin, xemgîn e. Kûrtîz digot, "Xwezî nemiribûya...Meyê bi hev re Desteya Bedrettîn çê bikira."

Kûrtîz ku bi rexneyên xwe yên tund ên li hemberî Yeşîlçamê tê naskirin diyar dikir ku gelek derhêner li gorî pere fîlman çê dikin û digot, "Sînemaya şoreşger, bilindkirina kulma çepê yan jî nîşandana qehremaniyê nîne." Li gorî lîstikvanê zana, pirsgirêka herî girîng a Tirkiyê pirsgirêka Kurd e, divê ev pirsgirêk bê çareserkirin û aştî bê.

Kûrtîz digot, "Her sînema polîtîk e. Sînemaya me ya şoreşger dê ev be. Dê ji vê axê derkeve. Dê ji dîrok, sosyolojî, felsefeya vê axê derkeve. Çareyeke me ya din nîne. Di nav de wê Karacaoglan jî hebe, kulîlkên Çiyayê Agirî jî. Di nav de dê Nazim Hîkmet jî, Îlhan Berk jî hebe, Fûzûlî jî wê hebe.

Ji ber ku em ji hawirdoreke gelekî mezin tên. Bingehên me yên gelekî mezin ên çandî hene. Ji bingeha Anatoliyê çanda me ya deh hezar salan hene. Tirkmen, Yorukî û yên din hemû hatin bi vê çandê re bûn yek. Li aliyekî Şah Îsmaîl, ji aliyê din Azerbaycan heye, ji aliyekî ve Gok Turk, Dede Korkût, ji aliyekî ve Fûzûlî, Nedîmê Osmanî hene, Itrî heye, Levnî heye. Yanî em ji erdnîgariyeke ewçend dorfireh tên, ku divê ev hemû bên zevtkirin.

Yilmaz dixwest van hemûyan zevt bike. Yilmaz mirovekî rêgeha xwe diyar kiribû. Zarokekî gundî bû. Dizanîbû ewê çi bike, dizanîbû ber bi ku derê ve biçe, ji destpêkê ve bi wî rengî meşiya."

Kûrtîz digot, "Ez ne wiha me. Ez zarokekî ji bûrjûva biçûk im. Kalên min paşa bûn. Ez li Stenbolê bûm. Lê ez jî li gorî xwe komunîst im. Dibêjim; 'Dibe ku ez komunîstekî di hundirê xwe de veşartî me. Ez xeyalan dikim, dixwazim sînemaya wê bikim. Bi Yilmaz re demekê em li ser Destana Bedrettîn difikirîn, lê derfetên me yên çêkirinê nebû. Lê îro ji bo Desteya Bedreddîn çê bikim, ez diqelihim. Bi hemû hêza xwe li ber xwe didim."

Kûrtîz dida xuyakirin ku bi fîlmê Suru yê Yilmaz Guney re ne tenê pirsgirêka Kurd pirsgirêka Tirkiyê hatiye nirxandin û wiha digot, "Di fîlmê Baba de dewlet nirxand. Tu pirsgirêka Kurd nikare bi sînemayê çareser bike, dikarî bi tenê peyamê bide. Mîna di 'Îkî Dîl Bîr Bavûl' de tê dîtin. Ez jî gelek rexneyan li xwe digirim, dema weke hunermendekî nekaribim peyameke baş bidim. Lê weke hunermendekî em bi tenê nikarin tişta tê serê Kurdistanê biguherînin. Em li dij derdikevin, tînin ziman. Pirsgirêka Kurd bêguman pirsgirêka herî mezin a Tirkiyê ye."

‘ZIMANÊ DAYIKÊ MÎNA WELAT E’

Kûrtîz digot, "Zimanê dayikê mîna welat e, dijderketina li zimane dayikê nabe. Gelek hunermend ji xwe li hemberî vê derdikevin, ji bo ev qedexe rabin li ber xwe didin. Ez nizanim evê çawa çareser bibe. Bi tenê dixwazim êdî dostanî pêk were, aştî were. Çawa tê bila were. Ez her tim alîgirê azadiya mirovan im, alîgirê xwişk û biratiyê me. Weke lîstikvanekî çi ji destê min hat min kir, hînê jî ezê bikim. Min li Fransa, li Îtalya lîst û got. Dema Kenan Evren hat min got, hînê jî dibêjim. Ez jî bêpasaport mam, şukur ji xwedê re nehatim kuştin."