Qurbaniyên Komkujiya Gar a Enqereyê hatin bîranîn
Qurbaniyên Komkujiya Gar a Enqereyê ku sala 2015’an bi hevkariya dewleta Tirk û DAÎŞ’ê hate kirin, hatin bîranîn.
Qurbaniyên Komkujiya Gar a Enqereyê ku sala 2015’an bi hevkariya dewleta Tirk û DAÎŞ’ê hate kirin, hatin bîranîn.
Di 10’ê Cotmeha 2015’an de li Enqereyê di mîtînga Ked, Aştî û Demokrasiyê de bi hevkariya dewleta Tirk û DAÎŞ’ê komkujiyek hate kirin. 104 kesên hatin qetilkirin, di meha 112’an a komkujiyê de hatin bîranîn. Bîranîn li cihê ku komkujî lê pêk hat û saeta ku komkujî qewimî, hate lidarxistin. Gelek kes beşdarî bîranînê bûn. Bîranîn bi pêşengiya Komeleya Aştiyê ya 10’ê Cotmehê hate lidarxistin. Di bîranînê de dirûşmeyên “10’ê Cotmehê ji bîr neke, nede jibîrkirin” û “Ji şer re na, a niha aştî” hatin berzkirin.
Hevseroka Komeleya Aştiyê ya 10’ê Cotmehê Mehtap Sakinci di bîranînê de axivî û diyar kir ku ji bo bîranîna 104 qurbaniyan, ew îro li ber Gar a Enqereyê kom bûne.
Hevserokê Komeleya Aştiyê ya 10’ê Cotmehê Îhsan Kocabiyik jî bal kişand ser rewşa yek ji rêveberên komeleyê Îsa Ozgan ê 78 salî ku li Girtîgeha Hejmara 5 a Marmarayê tê girtin. Îhsan Kocabiyik ragihand ku divê Îsa Ozgan were berdan, nexweşiyên wê bên tedawîkirin û destnîşan kir ku Wezareta Edaletê divê vê yekê pêk bîne.