Qurbaniya êrîşa DAIŞ'ê ya 5'an, siyasedmedar û hawirdorparêz bû

Siyasetmedar û hawîrdorparêz Marîa Kîde a 66 salî ku di êrîşa Stockholmê de biranî birîndar bûbû jiyana xwe ji dest da.

Di êrîşa terorê de ku 7’ê Nîsanê ji hêla Ozbek Rakhmet Aktîlov ve hatibû kirin, Marîa Kîde a 66 salî ku bi giranî birîndar bûbû jiyana xwe ji dest da. Bi vî awayî kesên ku di êrîşa Stockholmê de jiyana xwe ji dest dane bûne 5 kes.

Kîde ku mamostetî dikir di heman demê de li bajarê Trollhettanê, Endamê Meclîsa Şarederiyê ya Partiya Keskan bû. Piştî miria Marîa Kîde Partiya Keskan li ser malpera xwe gotin, ‘’Marîye valahiyeke mezin li pey xwe hişt, ew jineke xwedî dilekî mezin û wêrek bû. Em pir bêriya wê dikin.’’

SIYASETMEDAREKE LI DIJÎ NÎJATPERESTIYÊ BÛ

Hevalên wê yê kar dibêjin Kîde ji bo heqê zarokan û mafê mirovan têdikoşiya, miroveke qenc bû û mamosteyeke alîkarxwaz bû.

Kîde ya dijî nîjatperestiyê beriya êrîşa bi rojekê li ser hesabê xwe yê facebookê rexne li zêdekirina kontrolê ya li ser penaberan bû ku bi mebesta penaber neyên Swêdê asteng li ber wan datanîn.