Qada Kizilay li trafîkê hat girtin
Qada Kizilay li trafîkê hat girtin
Qada Kizilay li trafîkê hat girtin
Çalakiyên ku li Enqereyê ji bo piştevaniya bi berxwedana Parka Gezî ya Taksîmê tên kirin ket roja 10’an, dîsan bi hezaran kesî Qada Kizilayê li trafîkê girtin.
Li Enqereyê ku ji bo piştevaniya bi çalakiyên Parka Gezî ya Taksîmê ket roja 10’an, bi sedan kesên piştî nîvro li Parka Guven kombûn her seeta ku çû hêjmar giha hezaran. Bi hezaran kesên di nav de EMEP, ODP, SDP,ESP, Malagel, Alinterî, TKP 1920 û endamên CHP’ê jî heyî bênavber sloganên “Her der Taksîme, herder berxwedane”, “Hikumeta îstîfa” qîriyan.
Piştre çalakvanên ku derketin Qada Kizilayê rê li trafîkê girtin. Polîsan ji bo çalakvanên demek dirêj rê li trafîkê girtin vekin anons kir. Çalakvana jî bersiva “Em mafê xwe yê demokratîk bikartînin” anonsê dan. Li qadê helîkopterên polîsan nizim firiyan. Li ber avahiyên wezaretê tedbîrên mezin hatin girtin, rawestana bihezaran kesan li qadê didome.