PYD’ê nûçeya kanala El Erebiye derewand
PYD’ê nûçeya kanala El Erebiye derewand
PYD’ê nûçeya kanala El Erebiye derewand
Buroya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) a Helebê nûçeya Televizyona Elerebiyê ya ku dibêje PYD’ê êrîşî meşvanên li Taxa Şêxmeqsûd a Helebê ku piraniya şêniyên wê kurdin kiriye, derewand.
Buroya PYD'ê ya Helebê derbarê nûçeya Televizyona Elerebiye ku dibêje li Helebê PYD'ê êrîşî meşvanan kiriye de daxuyaniyek da Ajansa Nûçeyan a Hawar û nûçeya Elerebiyê derewand.
Di daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin: " Taxa Şêxmeqsûd a Helebê ku piraniya şêniyên wê ji kurdan pêktê, ji beriya 2 rojan ve rastî êrîşên bi topan hat. Di dema gelê me li her derê Newroz pîroz dikir de, taxên kurdan ên Helebê rastî topbaranê hatin, di nava 12 saetan de 26 topên hawanê ji aliyê herêmên di destê rêjîma Bass û herêmên di bin kontrola artêşa Azad de li taxa Şêxmeqsûd Merûf ketin."
Di berdewamiya daxuyaniyê de hate diyarkirin ku Televizyona Elerebiye pêwîste ku beriya nûçeyên ji rastiyê dûr biweşîne, rastiya nûçeyên xwe teîd bike. Her wiha bal hate kişandin ku Televizyona Elerebiye û hin televizyonên din ku di demeke gelê Sûriyeyê hewcedarî nûçeyên raste, nûçeyên derew diweşînin.
Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin ku, li 11 herêmên Rojava û li paytexta Sûriyeyê Şamê Newroz hatiye pîrozkirin, lê ji ber rewşa bê ewle ya Helebê û topbarana li ser taxên kurdan PYD'ê û Desteya Bilind a Kurd Newroz li Helebê pîroz nekirin. Tevî vê yekê jî kurdên li Helebê daketin kolanan, agirê Newrozê pêxistin û pîrozbahî li dar xistin.