Polîsên Erdogan li Taksîmê êrîş dike, birîndar hene
Polîsên Erdogan li Taksîmê êrîş dike, birîndar hene
Polîsên Erdogan li Taksîmê êrîş dike, birîndar hene
Piştî gotinên hişk yên serokwezîrê Tirk Recep Tayîp Erdogan îro di saetên sibê de ji bo polîsên ku digot yê ‘min in’ bi awayekî tung li Taksîmê êrîşê çalakgeran kir. Hate hînbûn ku nêzî 150 kesî birîndar bûne.
Li gorî agahiyên nûçegîhanê ANF’ê, polîsan li Tarlabaşi bi bombeyên gazê êrîşê avahiya partiya SDP’ê kiriye û 150 kes birîndar bûne.
Li Qadê ciwanek li ber çavên rojnamegeran, ji aliyê polîsan ve bi navbereke nêz bi guleya plastîk hat birîndar kirin.
Nêzî nîvro demek kurd pevçûn rawestiyan. Li Taksîmê li ber AKM’ê çalakger û polîs hatin hemberî hev. Li qadê 6 wesayîtên TOMA hene. Bi saeta Tirkiyeyê saet di 13.00’an de polîsan dîsa êrîş kir û pevçûn didomin.
Di dema pevçûn rawestiyabûn de waliyê Stenbolê Huseyîn Avnî Mutlu daxuyaniyek da û diyar kir ku dê mudaxaleyê Parqa Gezî nekin û got: “Li Taksîmê niha bendewariyeke bê deng heye. Sedema vê bendewariyê eve ku materyalên wisa ji nûve daliqînin. Ev bendewariya me dê bidome.
Mutlu îdia kir ku di pevçûnan de bi awayekî cidî birîndarî çênebûne û got: “Wek we jî dît heta şewitandina wesayîta polîsan hatin. Hinek binçavkirin çêbûne.”